Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kir

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi beşdarbûna jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, êzidî, Ermen û Çerkes dest pê kir. Îsal tevlêbûna jinan zêde bale dikişîne.

1 adar, 2024   17:35
QAMIŞLO

9`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ya ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve bi hevkariya Tevgara Çanda Jinên Hîlala Zêrîn tê birêxistinkirin, bi beşdarbûna pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, êzidî, Ermen û Çerkes bi cil û bergên gelêrî dest pê kir.

Mîhrîcan bi dirûşma “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê tê lidarxistin.

Îsal di beşa şêwekariyê de 21 şêwekar bi 27 tabloyên xwe beşdar bûne, beşa destkariyan de jî 11 kom û 7 kesên serbixwe cihê xwe girtiye. 37 berhem wêjeyî hene; ji wan 20 bi erebî û 14 bi kurdî ne, her wiha 47 pirtûkên jinan hatine pêşandan.

Bernameya roja yekemîn bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê  hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Feryal Îbrahîm axivî û diyar kir ku hejmara tevlêbûna jinan ji salên borî zêdetir e.

Li ser navê Rêveberiya Xweser hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho axivî û got girîngiya vê mîhrîcanê ji ber pêşxistina çand û hunera jinan a li herêmê ye.

Piştre sînevîzyonek hat pêşandan. Hunermend Yasmîn El Esker çend stran bi erebî gotin, helbestvan Rûken Elîşêr bi kurdî, helbestvan Feyrûz Reşik bi erebî, helbestvan Gebrîyêla Yûsif bi suryankî helbest xwendin. Koma govendê ya Artsax a Ermeniyan jî reqsek pêşkêş kir.

Paşê pêşandana cil û bergên neteweyên herêmê ku ji milê Nûrhan Ebdullah, Cîhan Ebdulezîz û Meclisa Ermenî ya Civakî ve hatibûn amadekirina, pêk hat.

Pêşangehên 9`emîn a Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ji hêla seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Evîn Paşo û hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho ve hate vekirin.

Êvarê dê ji aliyê Dibistana Şanoyê ve şanoyek bi navê `Hikayet Weten` û fîlmê `Resayil Şengal` bên pêşandan.

Sibe saet 16:00`an bernameya roja duyemîn (roja dawî) li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar dikeve.

(sb)

ANHA