Li Reqayê turnuvaya siwariyê li dar ket

Gelek siwar ji Reqa, Hesekê, Qamişlo, Dêrazor, Minbic û Kobanê beşdarî turnuvayê bûn ku li Reqayê li dar dikeve.

Li Reqayê turnuvaya siwariyê li dar ket
Li Reqayê turnuvaya siwariyê li dar ket
Li Reqayê turnuvaya siwariyê li dar ket
Li Reqayê turnuvaya siwariyê li dar ket
Li Reqayê turnuvaya siwariyê li dar ket
Li Reqayê turnuvaya siwariyê li dar ket
Li Reqayê turnuvaya siwariyê li dar ket
Li Reqayê turnuvaya siwariyê li dar ket
1 adar, 2024   17:11
HESEKÊ

Meclisa Werzîşê ya Kantona Reqayê turnuvaya siwariyê li dar xist. Yekitiya Werzîşê ya kantona Reqayê, Meclisa Werzîşê, rûspî, Rêveberiya Xweseriya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şêniyên Reqayê tev li merasîma destpêkirina turnuvayê bûn.

Di turnuvayê de 6 pêşbirk li dar ketin ku yên yekemîn û duyemîn hezar metre, yên sêyemîn û çaremîn hezar û 500 û yên pêncemîn û şeşemîn 2 hezar metre bûn.

Di pêşbirka hezar metreyan de siwarê bi navê Cirnas El Hadî yê ji kantona Reqayê bû yekemîn, di pêşbirka duyemîn de jî siwarê bi navê Cirnas El Nesar ê ji kantona Dêrazorê bû yekemîn.

Her wiha di pêşbirka hezar û 500 metreyan de Deham El Hiwêc ê ji kantona Dêrazorê û di pêşbirka çaremîn de jî siwarê bi navê Yasir El Emar ê ji Reqayê bûn yekemîn.

Di beşa yekemîn a pêşbirka 2 hezar metreyan de Emîr El Neîmî û di beşa duyemîn de jî Seyf Xerîb ê ji kantona Reqayê bûn yekemîn.

Rûspî û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk siwarên serkeftî xelat kirin.

(şx)

ANHA