Encamên destpêkê yên hilbijartinên Iraqê hatin ragihandin – HATE NÛKIRIN

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan a Iraqê der barê encamên dawî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê yên li Bexdayê de daxuyaniyê dide. Komîsyonê diyar kir ku heta niha sedî 94.4’ê dengan hatine hejmartin û rêjeya tevlîbûna hilbijartinan sedî 41 bû.

Encamên destpêkê yên hilbijartinên Iraqê hatin ragihandin – HATE NÛKIRIN
19 kanûn, 2023   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Hilbijartinê ragihand ku 134 hevpeymanî û 5 hezar û 898 namzet beşdarî pêşbirka hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê bûne.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan ya Iraqê derbarê encamên dawî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de ku di 16’yê Kanûnê de dengdana taybet û di 18’ê Kanûnê de jî dengdana giştî hat lidarxistin de daxuyaniyê dide.

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê roja Duşemê hatin kirin. Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinê diyar kir ku li di vê hilbijartinê de zêdetirî 16 milyon hilbijêran mafê dengdanê hebû. Rêjeya beşdariyê di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de %41 bû. Ji zêdetirî 16 milyon hilbijêran 6 milyon û 599 hezar û 668 hilbijêran dengên xwe bikar anîn.

Parêzgeha Kerkûkê

Tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye ku YNK jî di nav de ye: 139 hezar û 373 deng

Koalîsyona Erebî: 98 hezar û 173 deng

Eniya Tirkmen: 72 hezar û 281 deng

Qiyade: 59 hezar û 430 deng

PDK: 46 hezar û 197 deng

Tevgera Nifşê Nû: 24 hezar û 620 deng

Kerkûkna: 21 hezar û 114 deng