ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-08-2026
18 tebax, 2026   02:00

Qanûna çarçove di 10’ê Tebaxê de li parlamentoya Tirkiye bi hejmara dengekî dîrokî hate qebûlkirin. Li Ser erê kirina qanûnê de hefteyek derbaz bû.

Li herêma Çilaxayê şaredariya bajarokê Kêşik mûçeya salane wernegirtiye û neçar maye ku projeyên xwe rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkaran diyar kirin ku pereyên genim li ser hevdû nadin û bi vê sîstema heyî re nikarin deynên xwe, heq destê karkeran û lêçûnên çandiniyê bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gundê Batirzan yê herêma Aliyan a girêdayî navçeya Çilaxa, berberê bi navê Dildar Reşîd pora zarokên gundê xwe bê pere dibire, ew vê yekê weke piştgirî ji bo malbatan pêşkêş dike.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di komxebata hunerî ya ku bi boneya sedsaliya bajarê Qamişlo hatiye destpêkirin de, 15 şêwekar tabloyên ku kevneşopî, kesayet û kolanên kevin ê bajêr nîşan didin amade dikin. Dê berhemên komxebatê di pêşangeheke hunerî li pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê de bên pêşandan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Serêkaniyê daxwaz kirin ku şêniyên Serêkaniyê yên vegeriyane werin parastin û gotin mafê me ye em vegerin warê xwe.  (BI WÊNE Û DÎMEN)