20 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 20 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê li Minbicê girtin.

20 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê hatin girtin
13 mijdar, 2023   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêngava Tolhildana şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê de ku 27'ê Cotmeha borî dest pê kiriye, Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên xwe yên şopandina bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê pêş xistin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê aşkera kir ku piştî şopandineke mezin Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê 20 bazirgan û bikarhênerên hişbirê li Minbic û gundewarê wê girtin.

Navenda Ragihandinê ev agahî parve kirin: “Di çarçoveya pêngava Tolhildana 29 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê yên ku li Hemze Beg şehîd bûn de, her wiha di encama xebatên cidî û yên domar ên hêzên me de û bi koordîneya Hêzên Operasyonan ên Minbicê, bi ser gelek cihên bazirgan û bikarhênerên narkotîkê de hatin girtin. Di wê operasyonê de, 20 bazirgan û bikarhêner hatin girtin. Her wiha madeyên hişbirê, çek û amûrên bi karanînê hatin desteserkirin.”

Dûre hêzê sûcdar tevî tiştên pê re hatine desteserkirin ji dadgehê re hatin veguhastin.

(mh/şx)

ANHA