Mîhrîcana fîlman didome: Rê nedan hîndekarekî misirî were Sûriyeyê

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 5’emîn di roja duyemîn de dewam dike. Plan bû ku rêveberê berê yê Mîhrîcana Sînemaya Navneteweyî ya Qahîreyê Îsam Zekeriya semînerek îro bida, lê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rê nede ku derbasî Sûriyeyê bibe.

Mîhrîcana fîlman didome: Rê nedan hîndekarekî misirî were Sûriyeyê
Mîhrîcana fîlman didome: Rê nedan hîndekarekî misirî were Sûriyeyê
Mîhrîcana fîlman didome: Rê nedan hîndekarekî misirî were Sûriyeyê
Mîhrîcana fîlman didome: Rê nedan hîndekarekî misirî were Sûriyeyê
Mîhrîcana fîlman didome: Rê nedan hîndekarekî misirî were Sûriyeyê
Mîhrîcana fîlman didome: Rê nedan hîndekarekî misirî were Sûriyeyê
Mîhrîcana fîlman didome: Rê nedan hîndekarekî misirî were Sûriyeyê
14 mijdar, 2025   12:56
QAMIŞLO

Mihrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya ya 5’emîn ku duh (13 Mijdar) dest pê kiribû, dewam dike. Mîhrîcan ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-Çand) ve bi dirûşma "Çîrokeke hevpar, sînemaya azad" li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo di roja duyemîn de dewam dike.

Li gorî bernameya mîhrîcanê, diviya bû îro rêveberê berê yê Mîhrîcana Sînemaya Navneteweyî ya Qahîreyê Îsam Zekeriya semînerek bi navê "4 wezîfeyên hunera sînemageriyê" bida, lê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rê nede Îsam Zekeriya derbasî Sûriyeyê bibe. Ji ber wê semîner betal bû.

Roja duyemîn a mîhrîcanê bi pêşandana fîlmê ’’Kobanê’ dest pê kir. Derhênerê fîlm Ozlem Yeşar e. Senaryo ji aliyê Medya Doz ve hatiye nîvisandin û prodeksyon Komîna Fîlm a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê ye. Fîlm ku di sala 2021’ê de hatiye kişandin, balê dikişîne ser berxwedana Kobanê ya sala 2014’an a li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Dema fîlm 2 saet û nîv e.

Dê îro ev fîlm werin pêşandan:

13.00-13.20’an- Mother-kurtefîlm

13.45-14.00’an-Ezda-Belgefîlm

16.00-17.00’an- Enough Enough- kurtefîlm

17.30-18.00’an-Benchless-kurtefîlm

18.30-18.50’an- Bottleneck-kurtefîlm

19.00-19.15’an- Salt Sellers-kurtefîlm

19.00-21.30’an- Ropewalker Memories-fîlm navneteweyî ye.

Mîhrîcan wê heya 20’ê Mijdarê dewam bike.

(bb)

ANHA