Mîhrîcana çand û hunerê hat rawestandin 

9’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner ku 11 rojbûn didomiya, ji bo bîranîna welatiyên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, hat rawestandin.

Mîhrîcana çand û hunerê hat rawestandin 
26 kanûn, 2023   09:30
QAMIŞLO

9’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner ku ji 15`ê Kanûnê ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK li Qamişlo dihat lidarxistin û wê heta 28’ê Kanûnê dom bikira, di roja 11’emîn de hat sekinandin. 

Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku bernameya mihrîcanê ya 3 rojên dawî hatiye taloqkirin. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşan ji bo bîranîna welatiyên di bombebaranên dewleta Tirk a dagirker de li Qamişlo şehîd bûne, bername hatiye rawestandin.

Di berdewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê herêmê hat xwestin û hat got: “Wê her dem dirûşma me `Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin` be.”

Têkildarî domandina mîhrîcanê agahî nehatin parvekirin.

Rewşenbîr û nivîskarên beşdarî mîhrîcanê  dibûn, duh jî bernameyên xwe betal kiribûn û bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeran şermezar kiribûn.

(sb/a)

ANHA