‘Berdêl çi dibe bila bibe em xaka xwe bernadin’

Şêniyên kantona Cizîrê pabendiya xwe ya bi xaka xwe anî ziman û got dê li hember êrişan têkoşîna xwe bidomînin.

‘Berdêl çi dibe bila bibe em xaka xwe bernadin’
26 kanûn, 2023   09:39
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Kanûnê ve êrişên dijwar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û di serî de binesazî, navendên xizmetguzariyê û qadên sivîlan bombebaran dike. Şêniyên herêmê bertekên tund nîşanî êrişan dan û got berdêl çi dibe bila bibe xaka xwe bernadin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Fatma Îzedîn diyar kir ku piştî çalakiyên şoreşgerî yên serkeftî yên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker, dewleta Tirk berê xwe da Rojava û binesaziya wê dike hedef.

Fatima Îzedîn diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide îradeya gelên herêmê bişikîne û wan bide koçberkirin û wiha domand: "Bila bizane ku em gelekî berxwedêr in û berdêl çi dibe bila bibe em xaka xwe bernadin. Em ê bi yekitî û hevgirtina xwe ya di bin sîwana projeya neteweya demokratîk de li hemberî êrişan rabin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Oryan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker diyar e, dixwaza gelê me birçî bike û lawaz bike da ku ji warê xwe koçber bibe. Em gelên berxwedêr dê bi xaka xwe ve girêdayî bin û têkoşînê bidomînin heta tevahî deverên dagirkirî rizgar bikin.”

Welatiyê bi navê Merwan Reşîd ê ji navçeya Çilaxa jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tevahî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye armanca xwe da ku herêmê vala bike û projeya xwe ya dagirkeriyê pêk bîne. Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk sûdê ji şerê Îsraîl û Hemasê û bêdengiya navneteweyî digire da ku armancên xwe pêk bîne.

Merwan Reşîd di dawiya axaftina xwe de got: “Bila Tirkiye bizane ku kes nikare îrade û israra me bişikîne. Êriş israra me ya temamkirina armancên me yên jiyana hevbeş a di bin banê projeya neteweya demokratîk de zêdetir dike.”

‘ÊRIŞ GIRÊDANA ME YA BI XAKA ME VE XURTTIR DIKIN’

Welatiyê bi navê Hemed El Ewad ê ji navçeya Til Hemîsê anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî exlaq in û got dê heta dilopa dawîn a xwîna xwe bi xaka xwe ve girêdayî bin.

Welatiyê bi navê Ehmed El Helab ê ji Til Hemîsê piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî yên parêzvanên herêmê re anî ziman û got, binpêkirinên dewleta Tirk encamên binkeftinên planên wê yên osmaniya nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Ehmed El Helab got êrişên dewleta Tirk a dagirker israra wan a girêdana bi projeya wan a demokratîk ve xurtir dike û got: "Projeya me kelemek e di qirika Tirkên nîjadperest de ye."

Welatiyê bi navê Tariq El Hemdo yê ji Til Hemîsê jî bêdengiya navneteweyî wek tevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re nirxand û got gel ji plan û komployên li dijî xwe haydar e. 

(bb)

ANHA