Nexweşxaneya ku xizmeta bêpere dida di êrişan de hilweşiya

Nexweşxaneya Meştenûr ku bi desteka Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ve hatibû amadekirin û rojane bi awayekî bê pere xizmet dida 300-400 kesan, di êrişên dawî yên dewleta dagirker de ji xizmetê derket.

Nexweşxaneya ku xizmeta bêpere dida di êrişan de hilweşiya
Nexweşxaneya ku xizmeta bêpere dida di êrişan de hilweşiya
Nexweşxaneya ku xizmeta bêpere dida di êrişan de hilweşiya
Nexweşxaneya ku xizmeta bêpere dida di êrişan de hilweşiya
Nexweşxaneya ku xizmeta bêpere dida di êrişan de hilweşiya
Nexweşxaneya ku xizmeta bêpere dida di êrişan de hilweşiya
26 kanûn, 2023   09:13
KOBANÊ

Avahiya Nexewşaxaneya Meştenûr a li navenda bajarê Kobanê ku berê wekî dibistan dihat bikaranîn, di êrişên sala 2014’an ên çeteyên DAIŞ’ê de hatibû teqandin. 

Piştî ku bajar ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve sala 2015’an hat rizgarkirin, xebatên ji nû ve avakirina bajar jî destpê kirin.

Yek ji xebatên girîng jî avakirina navendên tenduristiyê bû. Xebatên bi pêşengiya rêveberiya xweser ve hatin destpêkirin, ji aliyê rêxistinên tenduristiyê yên navnetewî ve jî hatin destek kirin.

Nexweşxaneya Meştenûr jî bi desteka Rêxistina Bijîşkên Sînornenas di sala 2015’an de hat avakirin û dest bi xizmeta gel kir. 

Li nexweşxaneyê beşên nexweşiyê zarokan, jin, nexweşiya şekir, asabiye dest bi kar kirin. Li nexweşxaneya ku testên xwînê jî dihatin çêkirin, dermanxane jî hebû. Karmendên nexweşxaneyê bi 3 ambulansan jî bi hawara gel diçûn. 

Rojane xizmet dida 300-400 kesan

Nexweşxane yek ji navendên tenduristiyê yên girîng ku xizmeta gel dikir. Li vir rojane 300-400 kes dihatin pêşwazîkirin û bi awayekî bê pere dihatin muayene û dermankirin. Her wiha derman dihatin dayîn.

6 caran êriş kirin

Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku ji 23’yê Kanûnê (2023) ve li ser navendên xizmetê didomin de, Nexweşxaneya Miştenûr jî bû hedef. Dagirkeran 6 caran êrîşî nexweşxaneyê kirin û hilweşandin. Ji ber êrîşan nexweşxane bi temamî ji xizmetê derket.

 Bijîşkê nexweşxaneyê: Saetekê êrîş kirin   

Bijîşkê Nexweşxaneya Meştenûr Mihemed Muslim destnîşan kir ku dagirkeran 25’ê Kanûnê (2023) di navbera saetên 16.00 û 17.00’an de gelek caran êrişî nexweşxaneyê kiriye û di encamê de bi temamî ji xizmetê derketiye.

Bijîşk Mihemed Muslim bi pirsa “Gelo dî kîjan qanûn de nexweşxane tên hedefgirtin?” bang li raya giştî û rêxistinên mafê mirovan kir ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk rabin.

Ji bijîşkên sînornenas peyam

Piştî êrişê Rêxistina Bijîşkên Sînornenas jî li ser hesaba xwe ya medya dijîtal (X) peyam belav kir û destnîşan kir ku wan destek daye avakirina nexweşxaneyê û tê de kar jî kiriye. Di sala 2019’an de jî dewrî saziya tenduristiya rêveberiya herêmê kiriye.

(sş/a)

ANHA