Mihemed El Beşîr bû serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê

Mihemed El Beşîr di kanaleke televîzyonê de ragihand ku ew heta 1'ê Adara 2025'an ji bo serokatiya hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatiye erkdarkirin.

Mihemed El Beşîr bû serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê
10 kanûn, 2024   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Mihemed El Beşîr di daxuyaniyeke televîzyonê de ragihand ku ew bi fermî heta 1'ê Adara 2025'an bû serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê.

El Beşîr got: "Me ji bo veguhastina dosyayna ji hikumeta berê ber bi Hikumeta Înqazê ve civînek li dar xist."

El Beşîr di 1983'yan de li parêzgeha Idlibê ji dayik bûye û di 2007'an de ji fakulteya Endazyariya Elekrtîk û Mîkanîkê ya Zanîngeha Helebê derçûye.

Her wiha di 2021'an de ji fakulteya Şerîe û Mafnasiyê ya Zanîngeha Idlibê derçûye û bawernameya plansazî û rêxistinkirina îdarî bi dest xistiye.

El Beşîr di 2011'an de serokê beşa amûrên hestiyar ên kargeha gazê ya Şîrketa Sûriyeyê kar kiribû û 2 salan karê mudûriyeta Perwerdehiya Şerîetê di Wezareta Ewqafê de kiriye.

Her wiha di 2022 û 2023'yan de wezîrê Geşepêdan û Kar û Barên Mirovî ya Hikumeta Înqazê bû û destpêka îsal jî bû serokê Hikumeta Înqazê.

(fr)