Şehîdên berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê hatin oxirkirin

Cenazeyên 10 şervanên ku di berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê de şehîd bûn, li Kobanê bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Şehîdên berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê hatin oxirkirin
Şehîdên berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê hatin oxirkirin
Şehîdên berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê hatin oxirkirin
Şehîdên berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê hatin oxirkirin
Şehîdên berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê hatin oxirkirin
Şehîdên berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê hatin oxirkirin
Şehîdên berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê hatin oxirkirin
Şehîdên berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê hatin oxirkirin
10 kanûn, 2024   17:26
KOBANÊ

Ji bo 10 şervanên azadiyê ku 8 û 9’ê Kanûnê di berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê de şehîd bûn, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê merasîm hat lidarxistin. 

Cenazeyên Cano Girê Spî (Nedîm Mihemed), Şoreş Kobanê (Yasir Ebdî), Rustem Kobanê (Mistefa Ehmed), Zeyneb Welat (Zeyneb Mihemed), Çiya Gilîdax (Beşar Yûsif), Amargî Mixarac (Mihemed Îbê), Şervan Toreman (Mihemed Seîd) ku li Minbicê şehîd bûn, cenazeyên  Beşar Mihemed, Mihemed (Mihemed Bûrkan) ku li Tişrînê şehîd bûn û cenazeyê Mihemed (Mihemed Şêx Mihemed) ku li Qerekozaxê şehîd bû, ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxirkirin.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Rêvebera Kongra Star a Bajarê Qinê Sûad Şêx Demir axivî û got: “Îro em bi saya şehîdên xwe li vir in. Bila gelê me zanibe, çawa ku Kobanê hat rizgarkrin, wê hemû qadên me bên rêzgarkirin, wê şervanên me li ber xwe bidin û faşîzmê tune bike. Tenê yek dirûşmeya me heye, ew jî Berxwedan Jiyan e û em ê bi wê yekê bigihîjin serkeftinê."

Hevserokê Zanîngeha Kobaniyê Şervan Mislim axivî, diyar kir ku ew di pêvajoyek pir hesas re derbas dibin û got: “Dixwazin me di vir de tune bikin, lê berevajî wê em ê hebin û em hene jî. Gelê Kurd li ser vê axê hebûneke dîrokî ye, kes nikare bi van pilanan me tune û qir bike. Bila her kes bizanibe ku em ne Kurdên berê ne."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşmeya “Şehîd namirin” spartin axê.

(sş/a)

ANHA

(sş)