Mihemed Cewad Zerîfî îstifa kir

Li gorî medya Îranê alîkariyê serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî ji wezîfeya xwe îstifa kiriye.

Mihemed Cewad Zerîfî îstifa kir
3 adar, 2025   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa fermî ya Îranê (IRNA) piştî ku parlamento û dadgeha Îranê, Wezîrê Darayî û Aborî yê Îranê Nasir Hîmetî ji kar dûrxistiye, alîkarê serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî ku di heman demê de berpirsê karûbarê stratejîk yê serokkomare, ji wezîfeya xwe îstifa kiriye.

Hêjayî gotinê ye Zerîfî di salên 2013-2021’an de di serdema serokkomartiya Hesen Ruhanî de, Wezîrê Karên Derve yê Îranê bû.

Her wiha berê jî di dema hilbijartên de, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di 10’ê Tebaxê (2024) de lîsteya wezîran pêşkêşî parlamentoya Îranê kiribû. Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku hefteyek beriya wê ji hêla Pezeşkiyan ve hatibû tayînkirin, weke bertek ji peywira xwe îstîfa kiribû, lê piştî wê bi 11 rojan carek din vegeriya bû ser wezîfeya xwe.