Hîlala Zêrîn a Helebê amadekariyên 8’ê Adarê dike

Navenda Şehîd Berçem a girêdayê Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê zêdetir kirine.

Hîlala Zêrîn a Helebê amadekariyên 8’ê Adarê dike
Hîlala Zêrîn a Helebê amadekariyên 8’ê Adarê dike
Hîlala Zêrîn a Helebê amadekariyên 8’ê Adarê dike
Hîlala Zêrîn a Helebê amadekariyên 8’ê Adarê dike
Hîlala Zêrîn a Helebê amadekariyên 8’ê Adarê dike
Hîlala Zêrîn a Helebê amadekariyên 8’ê Adarê dike
Hîlala Zêrîn a Helebê amadekariyên 8’ê Adarê dike
Hîlala Zêrîn a Helebê amadekariyên 8’ê Adarê dike
Hîlala Zêrîn a Helebê amadekariyên 8’ê Adarê dike
3 adar, 2025   11:32
HELEB

Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Navenda Şehîd Berçem a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a çand û hunera jinan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê perwerdeyên xwe zêdetir kirine.

Navenda Şehîd Berçem bi  komên xwe yên hunerî û çandî; Koma Şehîd Vajîn, Koma Şehîd Zîlan, Koma Şehîd Barîn û Koma Şehîd Delîla, Koma Şehîd Şîlan û Koma Şehîd Hêzil a ciwanan amadekariyên şahiya 8’ê Adarê didomînin.

Endama Navenda Şehîd Berçem, Saya Osman der barê amadekariyên şahiya 8’ê Adarê de got: "Komên me ji 2 mehan ve amadekariyên şahiya 8’ê Adarê dikin. Rojane perwerde têne dîtin û dê heya roja şahiyê dewam bikin."

Der barê komên dê beşdarî şahiyê bibin de Saya Osman ev agahî dan "6 komên stranan hene. Hunermend Zozan Bîlan û hin hunermendên din ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wê beşdarî şahiyê bibin."

Saya Osman 8’ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî jinên cîhanê û şervanên YPJ’ê pîroz kir.

(bb)

ANHA