Mihemed Bilko klîbek li ser Efrîna dagirkirî derxist

Hunermend Kurd Mihemed Bilko li ser rewşa Efrîna dagirkirî klîbeke bi navê ‘Kulîlka Şevnemê’ derxist.

Mihemed Bilko klîbek li ser Efrîna dagirkirî derxist
13 adar, 2024   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermendê ji Efrîna dagirkirî Mihemed Bilko bi klîbekê strana "Kulîlka Şevnemê" derxist. Stran bi nêzîkbûna salvegera 7'emîn ya dagirkirina Efrînê re (18'ê Adara 2018'an) hat derxistin.

Stran ji gotinên helbestvan Perîşan, awazên hunermend Mihemed Bilko, wênekêşiya Ehmed Vînîsye û derhêneriya Cengîn Ebdo ye.

Klîb li kampên koçberên Efrînê yên li Şehbayê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat kişandin.

Ev stran a 42'yemîn a hunermend Bilko ye ku ji 22 saliya xwe ve dest bi hunerê kiriye û strana wî ya yekemîn di 2013'an de derketiye.

Mihemed Bilko di 1982'yan de li gundê Maseka yê navçeya Reco ya Efrîna dagirkirî ji dayik bûye û di 2018'an de piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, jê koçber bûye.

(mh)