Li Dirbêsiyê îmze ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tên komkirin

Berdevka Însiyatîfa Gel a navçeya Dirbêsiyê Diyana Ebdullah diyar kir ku komîteyan heta niha li komînên navçeyê û bajarokên wê nêzî 22 hezar îmze kom kirine û dê xebat 4'ê Nîsanê bidome.

Li Dirbêsiyê îmze ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tên komkirin
Li Dirbêsiyê îmze ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tên komkirin
Li Dirbêsiyê îmze ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tên komkirin
Li Dirbêsiyê îmze ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tên komkirin
Li Dirbêsiyê îmze ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tên komkirin
Li Dirbêsiyê îmze ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tên komkirin
13 adar, 2024   16:51
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Sibata borî de hemleya komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da destpêkirin. Da ku îmzeyan ji Konseya Yekitiya Ewropayê re bên pêşkêşkirin.

Komîteyan li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê dest bi xebata xwe kir. Komîteyan li 24 komînên navenda navçeyê û 4 bajarokan îmze kom kirin. Di hemleyê de komîteyan serdana malan kir, hemle û armancên wê ji şêniyan re şîrove kirin. Li hember wê şênî bi coşeke mezin tev li hemleyê bûn û îsrara xwe ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman.

Berdevka însiyatîfê ya navçeyê Diyana Ebdullah got: "Em hewl didin dengê şêniyan ê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya vê hemleyê ragihînin."

Diyana Ebdullah destnîşan kir ku şênî bi coşeke mezin tev li hemleyê dibin û girêdana xwe bi Rêber Abdullah Ocalan ve nîşan didin û got: "Heta niha komîteyan nêzî 22 hezar îmze li komînên navçeyê û bajarokên wê kom kirine. Ew ê heta 4'ê Nîsanê komkirina îmzeyan bidomînin."

(mh)

ANHA