MSD’ê têkildarî Serhildana 12’ê Adarê panelek li dar xist

MSD’ê bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê û destpêkirina aloziya li Sûriyeyê, panelek li dar xist.

13 adar, 2024   16:18
REQA

Panel li avahiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya li Reqayê bi beşdariya rêveberên MSD’ê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Rêveber a Reqayê, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û Meclisa Kesk a Idlibê hat lidarxistin.

Di panelê de endamê Buroya Pêwendiyan a MSD’ê Mistefa Osman axivî û şehîdên komkujiya Qamişloyê ya 12’ê Adara 2004’an bi bîr anîn. Osman bi bîr xist ku li dijî êriş û neheqiyan gelên herêmê serî hildaye û got: “Gelê Kurd bi redkirina nîjadperestiyê ji bo çarenûsa pirsgirêkên gelan û pêkvejiyanê pêşengî kiriye.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek der barê Serhildana 12’ê Adarê de hat nîşandan. Beşa yekemîn a sempozyûmê dest pê kir.

Hevseroka Buroya Têkiliyan a MSD’ê Amal Dada axivî û got: "Şoreşa 12'ê Adarê di encama şer û pevçûnan de bû û ev pevçûn veguherî komkujiyekê û bi dehan kes kuştin. Rejîmê ji bûyerê sûd wergirt. Paşê ew maç veguherî serhildaneke gel ku li seranserê Şam û Helebê belav bû. Rejîmê hewl da aloziyê derxe, lê di encama hişyariyê de nakokiyên di navbera Ereb û Kurdan de ji holê rabûn.

Amal Dada di dewamê de got: “Tişta ku em dixwazin bibêjin ev e ku Serhildana 12’ê Adarê bûye şoreşeke giştî û em hinek ji berhemên wê didirûn. Lê niha em fêkiyên tevgera gel a aştiyane û pêkanîna guhertina demokratîk li Sûriyeyê bi dest dixin.”

Di beşa duyemîn hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehraman axivî û wiha got: "Berî 20 salan, neheqiya li dijî gelê Kurd ku ji mafên xwe yên siyasî û aborî bê par mabû û ji ber vê yekê rejîma Baas zextên xwe pêk anîn û tişta ku di 12’ê Adarê de li stadyumê qewimî, êrişeke li ser gelê Kurd bû. Şoreşa 12’ê Adarê bihara şoreşa Sûriyeyê ye.”

Her wiha di panelê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Demokratîk a Gelan Hemdan El-Ebd, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî, hevseroka Meclisa Kesk a Idlibê Dîma El-Elî û hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hamid El Mehbaş axivîn.