'Divê mafên jinan û beşdariya wan di saziyan de werin mîsogerkirin'

Jinan daxwaz kir ku li Sûriyeyê jin cihê xwe di hemû qadan de bigirin û garantiya mafên wan were dayîn.

'Divê mafên jinan û beşdariya wan di saziyan de werin mîsogerkirin'
'Divê mafên jinan û beşdariya wan di saziyan de werin mîsogerkirin'
'Divê mafên jinan û beşdariya wan di saziyan de werin mîsogerkirin'
'Divê mafên jinan û beşdariya wan di saziyan de werin mîsogerkirin'
13 gulan, 2026   03:25
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Rêveberê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a bajarê Derbêsiyê Silêman Xelîl anî ziman ku divê rola jinan li Sûriyeyê neyê paşguhkirin û wiha got: “Bi taybet nabe ku rola Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) were paşguhkirin. YPJ`ê hêzeke leşkerî û parastinê ye. Di şer de gelek bedel dan, li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin. Xweseriya YPJ`ê heye û nabe ku were paşguhkirin. Eger YPJ’ê di pêvajoya entegrasyonê de qebûl nekin em ê helwest nîşan bidin. Nabe ku hebûna YPJ`ê were paşguhkirin, ji ber nûnertiya têkoşîn û berxwedana jinan dike. Mêr jî destek didin têkoşîna jinan. Ev bi salan e ku sîstema hevserokatiyê tê meşandin û tu pirsgirêk di vê sîstemê de derneketin. Divê jin û mêr bi hev re tê bikoşin heyanî ku garantiya mafên jinan were dayîn."

Endama Mala Jinan a Dirbêsiyê Hemîda Îso jî got: "Hikumeta demkî hebûna jinan di saziyên sivîl de qebûl nake. Destûr nadin ku jin cihê xwe di qada siyasî, leşkerî û dîplomasî de bigirin. Divê em di vê pêvajoyê de têkoşîna xwe xurtir bikin. Divê YPJ cihê xwe di pêvajoya entegrasyonê de bigire û deskeftiyên şoreşê werin parastin. Kongreya Star û YPJ nûnertiya jinan dikin û divê hebûna wan were qebûlkirin. Jinan bi salan têkoşîn kirin û gelek bedel dan da ku azad bibin û mafên wan werin misogerkirin.”

Rêvebera Kongreya Star a bajarê Dirbêsiyê Rexda Ezîz jî got: “Têkoşîna jinan ji bo misogerkirina mafên xwe di hemû şert û mercan de dê bidome. Di vê pvêajoyê de ji hemû aliyan ve divê em têbikoşin heyanî em hebûna xwe di hemû saziyan de misoger bikin, sîstema hevserokatiyê jî biparêzin. Jinan aliyê rêxistinî ve têkoşîneke xurt da meşandin, ji ber vê yekê hebûna YPJ`ê ku nasnameya hemû jinan were parastin. Di şoreşa Rojava de gelek bedel hatin dayîn û divê deskeftiyên jinan werin parastin. Ez bang li hemû jinan dikin bi hev re tê bikoşin, xwe bi rêxistin bikin û deskeftiyên xwe biparêzin."

(np)

ANHA