​​​​​​​'Rêya yekane ya demokratkirina Tirkiyê, çareserkirina doza Kurd e'

Reportaj Summay

​​​​​​​'Rêya yekane ya demokratkirina Tirkiyê, çareserkirina doza Kurd e'
12 nîsan 2022   03:31

Çalakgerê siyasî, Emin Ay ê ji Bakurê Kurdistanê got ,siyaseta ku AKP-MHP’ê dimeşîne xeteriyeke mezin li ser civak û etnîkên li Tirkiyê çêdike û diyar kir ku  rêya yekane ya demokratkirina dewleta Tirk çareserkirina doza Kurd e.

Di dîroka têkoşîna rizgariyê ya li çar parçeyên Kurdistanê de girtîgeh qadeke sereke ya berxwedanê ye. Dewleta Tirk a faşîst bi hemû rê û rêbazan hewl dide vê têkoşînê têk bibe. Desthilatên Tirkiyê girtîgeh tijî têkoşer kirin ku piraniya wan Kurd in. Ev yek piştî darbaya leşkerî ya li Tirkiyê ya di 1980’î de pêk hat. Dewleta Tirk a faşîst bi hinceta "xwekuştinê" gelek girtiyên di girtîgehan de qetil kir, da ku balê nekişîne ser vê rewşê. Ji bilî wê jî gelek operasyonên girtinê li Bakurê Kurdistanê li hember kesên beşdarî şahiyên Newrozê bûne, pêk anîn.

Têkildarî siyaseta ku dewleta Tirk li dijî girtiyên di girtîgehan de pêk tîne, ajansa me hevpeyvînek bi çalakgerê siyasî Emin Ay ê ji Bakurê Kurdistanê re çêkir.

Hevpyevînê wiha ye:

Bi kêmbûna desteka gel ji hevbendiya Erdogan –Bahçelî re, ev hevbendî zextê li siyasetmedarên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dike û dixe girtîgehan. Gelo ev siyaseta ku ev hevbendî li dijî siyasetmedarên Kurd û muxalefetan pêk tîne çi ye?

Bi kêmbûna destekdayîna gel ji AKP-MHP’ê re delweta Tirk zextên li ser Kurdan zêde kirin. Bi pêvajoya aştiyê re têkiliyên di navbera Kurd-Tirk, Kurd û Ereb û hwd re pêş ketin, lê vê yekê Erdogan aciz kir. Ji bo ku rê li pêş van têkiliyan bigire planên nû danîn. Erdogan desthilatiya xwe di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de ji dest da û şer ragihand.

Tîfaqa AKP-MHP’ê li ser bingeha berdewama şer û parastina nijadperestiyê bû. Ne tenê ev her du partî di hevbendiyê de ne, lê “kızıl elma” beşdarî wê hevbendiyê bû ku li dijî demokratan e, nijadperest û xwînvexwar in û li dijî kurdan bûn yek. Ew dibînin ku wê bi van rêbazan siyasetmedarên Kurd tesfiye bikin û wê tawîzan bidin, lê tiştê bûye berovajî wê bû, siyasetên wan qels bû û destekdayîna gel ji bo wan kêm bû. hilbijartinên 2019’an û zêdebûna rêjeya dengdayîna demokratan nîşaneya paşdeçûna vê yekê bû û wê jî hişt dijminatiya ji Kurdan re zêde bikin.

Li kêlek wê jî dewleta Tirk, aliyên Kurd ên dîtir mîna PDK’ê jî ji bo berdewamkirina siyasetên xwe yên dijber bi kar anîn. Siyaseta PDK’ê li gorî zihniyeta AKP’ê ye. Ji ber wê ew jî roleke neyênî di vê lihevkirinê de dilîzin. Armanca wan astengkirina HDP, girtina siyasetmedar û koçerkirina wan ji herêmên wan e. Ew texmîn dikin ku bi vî kiryarê dê desthilatiya xwe berdewam bikin û Tevgera Rizgariya Kurdistanê tesfiye bikin.

Gelo hûn çawa van siyasetan dinirxînin û çi li pey hevbendiyê ye?

Em siyasetên ku AKP-MHP’ê pêk tîne dizanin, armanca wan jinûve vejandina Ittihat û Terakkî ye. Ji ber ji dema damezrandina komarê û heta niha ve hewl didin dewleteke neteweperest ava bikin ku tê de nijadperestiya îslamî hebe. Tevahî siyasetên ku AKP’ê pêk tîne berdewama siyaseta Ittihat û Terakkî ye. Di pransîbên wan de tenê yek netewe, yek nijad û yek çand heye. Lê hêza dînamîk a yekane ku li hember wê zihniyetê disekine Kurd in, ji ber wê hemû rê û rêbazan li dijî kurdan bi kar tîne. Lê tiştê eşkere dibe ew e ku yekane kesê zirarê ji van siyasetan dibîne dewleta Tirk e û çi siyasetên din jî bi kar bîne, gelê Kurd bi xurtî bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve girêdayî ye.

Armanca hevbendiya Erdogan û Bahçelî ji hedefgirtina parlamenterên HPD’ê çi ye?, her wiha têkiliya wê bi hilbijartinên ku dê di Hezîrana 2023'an de li dar kevin çi ye?

Erdogan û Bahçelî baş dizanin ku ger parlamenterên HPG’ê negirtin û hedef nekirin û rê li pêş siyaseta HDP’ê negirtin, dê nikaribin tu serkeftinan di hilbijartinên pêşwext de bi dest bixin û di desthilata xwe de berdewam bikin. Ji ber vê yekî bi hemû rê û rêbazan zextê li parlamenteran dikin, bi hezaran siyasetmedarên Kurd, berpirsên navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê xistin girtîgehan an jî sirgûnî derveyî Kurdistanê kirin. Lê ev yek li pêş siyaseta kurdan nebû bend.

Pêkanîna siyaseta Kurd tiştekî dilxwazî ye û ji her kesê/a ku bixwaze beşdarî çalakiyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibe derî vekiriye û vîna xwe dikare beşdar bibe. Ji ber ku siyaseta kurdan xwe naspêre rêgezên kesayetî yan jî sûdwariya ji kesekî re. Her kesê vî barî tehemûl bike tev li wê xebatê dibe, lê ev yek dewleta Tirk bi hêrs dike. Ji lewma siyasetên xwe yên bi armanca tunekirina kurdan zêde dikin. Li aliyekî din jî êrişên leşkerî li Başûr, Rojavayê Kurdistanê pêk tînin û li Bakurê Kurdistanê jî dixwazin siyasetmedarên Kurd tesfiye bikin û HDP’ê bigirin, da ku çalakiyên xwe li dar nexin û beşdarî hilbijartinên ku dê di 24’ê Hezîrana 2023’yan de li dar kevin, nebin. Ev jî armanca wan a bingehîn e. Lê çi hewldanên wan hebin, li gel kurdan çareseriyên altarnetîf ji beşdariya di hilbijartinan de hene. Ji ber ku Kurd girîngiyeke mezin didin siyaseta demokratîk.

Armanca ji hedefgirtina parlamenteran ew e ku nehêlin HDP’ê tîfaqekê ava bike û bi girtina endamên wê dikarin rê li ber pêkanîna tîfaqekê bigirin.  Her wiha dixwaze zextê li HDP’ê bikin ku beşdarî hilbijartinan nebe.

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de di sûcên îşkenceyê yên hovane re derbas dibin. Hûn jî girtiyekî berê ne, gelo dikarî li ser hin ji van siyasetan biaxivin?

Belê, girtiyên di girtîgehan de di sûcên îşkenceya bi plan re derbas dibin. Girtîgeh qadeke sereke ya berxwedana dîrokî ya têkoşîna rizgariyê li çar parçeyên Kurdistanê ye. Yên di girtîgehan de her tim roleke pêşeng dilîzin û dewleta Tirk jî vê yekê baş dizane. Siyaeta ku Tirkiyê dimeşîne, berdewama siyaseta faşîst a darbaya 12’yê Îlonê ye. Ji ber di wê demê de texmîn dikirin ku Kurd tune kirin, lê bi saya berxwedana girtiyan darbaya 12’yê Îlonê têk çû.

Ger em bixwazin li ser armancên dewleta Tirk ji van siyasetên li dijî girtiyan biaxivin, ya yekemîn; dixwaze têkiliya di navbera girtî û malbatên wan de qut û bi wê re vîna girtiyan têk bibe û ji nasnameya wan dûr bixe, da ku girtî perwerdeyên takakesî nebînin. Li kêlek wê jî pirtûk, pênûs û lênûskên girtiyan desteser dikin. Ev hemû sûc bandorê li vîna girtiyan nakin, berovajî israra wan zêde dike.

Li gorî qanûna dewleta Tirk, ji girtiyan re hin maf heye, lê belê dewleta Tirk pabendî wê nabe û li rex wê jî pabendî qanûnên hiqûqî yên navneteweyî nabe. Armanca wê têkbirina vîna girtiyan û tesfiyekirina wan e.

Desthilatên Tirk nahêle girtî di civînên darizandinê de rûnin an jî serî li bijîşkên di girtîgehan de bidin ku rewşa xwe binasin. Rewşa bi hezaran girtiyan wiha ye. Ev jî rêbazên wê yên îşkencekirinê ne. Her wiha peyamên ji girtiyan re jî tên desteser dikin.

Têkildarî zext û îşkenceyê li dijî girtiyan, çima lêpirsîn nayê vekirin û astengiyên ku rejîma serdest li pêşiya vê yekê derdixîne, çi ne?

Belê, di girtîgehan de ev yek bi serê gelek girtiyan de tê, lê dewleta Tirk îdia dike wan xwe kuşt û sedema venekirina lêpirsînê ji hêla dewleta Tirk ve ew e ku ew bi xwe girtiyan tesfiye dike, dê çawa lêpirsînê veke. Ew pabendî mafan nabe. Li kêlek wê jî biryareke nû da; dema cezaya girtiyekî bi dawî dibe û beriya were berdan, jê tê pirsîn ku hûn poşman bûne yan an. Heke gotin na, wê demê careke din tên ragirtin û cezayên din li ser wan tên birîn.

Ji bo teşhîrkirina van siyasetên li dijî girtiyan tên birîn, divê kesên demokrat, bi taybet gelê Kurd serî li hember van siyasetan hildin û li dora girtiyan bicivin.

Piştî pîrozbahiyên Newroza 2022’yan bi dawî bûn, desthilatên Tirkiyê bi hinceta lixwekirina cilên kurdî dest bi hemleyên berfireh kirin. Hûn çawa vê siyasetê wesif dikin?

Dewleta Tirk yeqîn nedikir ku bi vî girseyî gel Newrozê pîroz bike. Beriya çend mehan Erdogan digot wan Kurd belav kirin. Lê di vê Newrozê de bi milyonan Kurd daketin qadan. Newroza îsal, Newroza xwedîderketina li rêber Abdullah Ocalan û Newroza azadiya fîzîkî ya rêbertî bû. Ji ber wê gelek hincet afirandin. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze tola xwe ji kurdan hilîne.

Hevbendiya AKP-MHP’ê 23 dosya ji parlamentoya Tirkiyê re rakirin da ku parêziya parlamentoyê ji ser 18 parlamenterên HDP’ê rakin. Li gel wê jî ev hevbendî bangên girtina partiyê dikin. Gelo armancên hevbendiya Erdogan û Bahçelî ji van gavan çi ye?

Armanca hevbendiya Erdogan-Bahçelî tesfiyekirina parlamenteran, xistina parlamenterên din di girtîgehan de, mîna Leyla Guven, Leyla Gozel e, her wiha da ku bala civakê ji ser krîzên li Tirkiyê bikişînin û siyasetmedar û parlamenteran tengav bikin.

Digel van siyasetan, Erdogan û Bahçelî, dewleta Tirk ber bi ku ve dibin?

Siyasetên ku AKP-MHP’ê bi rêya peymana xwe ya şovenîst dimeşînin ew e ku dê dewleta Tirk ku tê de demokrasî û edalet tune ye û hemû bawerî, pêkhate û çandên ne tirkî înkar dike, ber bi avakirina dîktatoriya neteweperest û nijadperest ve bibin, anku ber bi yek ziman, yek al û yek çand ve bibin. Vê yekê eşkere di xîtabên xwe yên bênavber de dibêjin.

Siyaseta ku hevbendiya AKP-MHP’ê dimeşîne xeteriyeke mezin li ser civak û etnîkên li Tirkiyê çêdike. Heke li hember van siyasetan neyê sekinandin dê ev hevbendî Tirkiyê ber bi parçebûn û şerê hundirîn ve bibe. Bi rêya ferzkirina qedexe, siyasetên nedemokratîk û şovenîst ku desthilatiya xwe berdewam bikin ji hemû aliyan ve civak xistiye çemberekê.

Di dirêjahiya dîrokê de, me dît ku kesên ol dixin ximzeta xwe, saziyên ewlehiyê û aboriyê kontrol dikin, yek desthilatiyê li ser civakê ferz dikin. Hevbendiya AKP-MHP’ê ku em dikarin bi "Kizil elma" wesif bikin, tê de şovenîst û tundraw hene û destekê didin siyasetên vê hevbendiyê. Ev kes tenê bi ferzkirina siyaseta xwe li ser tevahî gel û pêkhateyên Tirkiyê difikirin.

Rewşa niha ya li Tirkiyê xeter e, ji lew re divê tevahî gelê Tirkiyê refa xwe bike yek û li hember vê hevbendiyê bisekine. Heke nebûn yek wê hilweşe. Ji ber hevbendiya faşîstê serweriya li ser ol, ewlehî û aboriyê dike.

Rêbaza demokratkirina dewleta Tirk çi ye û ji muxalefet, gelên Tirk û Kurd çi tê xwestin ku vê yekê pêk bînin?

Rêya yekane ya demokratkirina dewleta Tirk çareserkirina doza Kurd e. Ji ber wê divê gelên Kurd û Tirk, kesayetên demokrat û muxalefeta Tirk bi lez peymanekê pêk bînin, doza Kurd bi rêya diyalogê çareser bikin û li peymana Dolma Bahçe vegerin ku di 28’ê Sibata 2015’an de hatiye îmzekirin.

Heger pêşengên Kurd, gelê Kurd, kesayetên demokrat, muxalefet û saziyên sivîl têkoşîneke hevbeş li Tirkiyê bimeşînin wê karibin hêviyên xwe pêk bînin. Heke doza Kurd were çareserkirin, dê tevahî dozên pêkhate û etnîkên li Tirkiyê werin çareserkirin.

(fr)

ANHA