Amerîkayê ji bo parastina pêkhateyan hişiyarî li hikûmeta demkî kir

Di demekê de ku êrişên li ser komên olî û etnîkî li Sûriyeyê zêde dibin, rayedarên Amerîkî bang li hikûmeta demkî kirin ku tavilê tundûtûjiyê rawestîne û hemû welatiyan biparêze. Her wiha rayedaran teqez kirin ku sivikkirina cezayan nayê wateya paşguhkirina performansa hikûmetê û îşaret bi îhtîmala ji nû ve sepandina wan kirin ger rewşa ewlehiyê xirabtir bibe.

Amerîkayê ji bo parastina pêkhateyan hişiyarî li hikûmeta demkî kir
17 ÇILE, 2026   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê Amerîkî Michael MiCaul bang li hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê kir ku yekser tundûtûjiyê rawestîne, ji ber êrişên hovane yên li dijî komên olî û etnîkî li Sûriyeyê, di nav de Xiristiyan, Durzî û Kurd jî, armanc digirin.

MiCaul destnîşan kir ku betalkirina cezayên "Qanûna Sezar" ji aliyê Kongresê ve divê wekî paşguhkirina performansa hikûmetê neyê hesbandin, lê wekî îfadeya bendewariyek zelal ku ji bo avakirina pêşerojk çêtir bixebite.

Di heman çarçoveyê de, Nûnera Amerîkî Marilyn Stutzman anî ziman ku berpirsiyariya rawestandina tundûtûjiyê li Sûriyeyê dikeve ser milê hikûmeta Sûriyeyê û piştrast kir ku pêwîst e hemû Sûriyeyî ji her êrişekê, bêyî ku ola wan çi be, werin parastin.

Marilyn Stutzman destnîşan kir ku pêşketinên di rewşa heyî de wê diyar bikin ka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di pêşerojê de çawa bi dîplomasiya Sûriyeyê re mijûl dibe, hikûmeta demkî dikare daxwaza alîkariyê bike ger ji bo rawestandina tundûtûjiyê piştgirî hewce bike. Her wiha hişyariya îhtîmala ji nû ve sepandina cezayan da.

(ac)

ANHA