Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve bi rê ketin

Herdû Baskên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li navçeya Pirsûs a Rihayê bi gel re hatin ba hev û gaveke din nêzî Amara ya fînala meşê lê were kirin bûn.

Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve bi rê ketin
Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve bi rê ketin
15 sibat, 2024   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Baskên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd di 1’ê Sibatê de ji hêla siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ve li Wan û Qersê hatiye destpêkirin û îro roja fînalê ye, li taxa Alîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê didomînin. Meşvan wê piştre li gundê Amarayê ku Rêber Abdullah Ocalan jê dayik bûye meşa xwe bi dawî bikin.

Meşvanên Azadiyê beriya Amarayê çûn Taxa Alîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê. Meşvanên di ketina navçeyê de bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin bi dirûşmeyên “Azadiya Serok, azadiya gelan e”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ê li vir axivî û wiha got: “Îro ji bo me rojeke reş e. Birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Em ji bo armancekê bi rê ketin. Li ser birêz Ocalan 25 sal in tecrîdeke girankirî heye û em 3 sal in jê agahiyê nagirin. Em weke rêwiyên heqîqetê ji dû baskan ji bo azadiya welatê xwe, gelê xwe û birêz Ocalan bi rê ketin. Ev roj ji aliyê gelê me ve hatiye şermezarkirin. Ev roj lanetî ye. Em ê ji îro şunde meşa xwe mezin bikin. Gelê me dibêje bi tevgerîna bi hev re dikarin tecrîdê bişikînin. Dizane heke birêz Ocalan biaxive dê aştî were vî welatî.”

Meşvananên Azadiyê piştî daxuyaniya hate dayîn ber bi gundê Amarayê ve ketin rê.