Bi deh hezaran kesî li Kobanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Bi deh hezaran kesî li kantona Firatê Komploya Navneteweyî şermezar kir û destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşî xurttir bibe.

Bi deh hezaran kesî li Kobanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi deh hezaran kesî li Kobanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi deh hezaran kesî li Kobanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi deh hezaran kesî li Kobanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi deh hezaran kesî li Kobanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi deh hezaran kesî li Kobanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi deh hezaran kesî li Kobanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi deh hezaran kesî li Kobanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
15 sibat, 2024   15:02
KOBANÊ

Bi deh hezaran şênî, endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û ciwanan ji bajarê Kobanê û koçberên bajarê Girê Spî yê dagirkirî li Qada Jina Azad kom bûn.

Li qadê ciwanên ku ji beriya 3 rojan ve dimeşin, tev li meşê bûn û heta çerxerêya bajarê Kobanê û gundê Hilinc meşiyan.

Li çerxerêyê meş rawestîî Li wir endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mehabad Koçer axivî û got: "Komployeke gerdûnî li dijî gelên herêmê bû. Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewama wê ye ji ber ku pergalên komploger nekarîn armanca xwe bi dest bixin."

Mehabad wiha domand: "Gelên herêmê ber bi ewlehiyê ve diçin. Fikrên azad ê ji Rêber Abdullah Ocalan wergirtine, bûye çirûskek ku rêya wan a tarî ronî dike. Bi wê mîrasê, rêya xwe ber bi jiyanê ve hilbijartin û qeydên koletiyê şikandin. Ji ber wê pergalên komploger, tecrîd li ser Rêbertî ferz kir ji bo ku rê l ipêşiya bihara ku gelê herêmê dijî, bigire lê belê dîsa jî bibin ket û dê her tim bibin keve."

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Feza Mihemed jî got: "Divê gelên herêmê têkoşînê mezin bikin û dîwarên girtîgeha Îmraliyê bişikînin. Dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bikeve wê demê gelê herêmê jî azad dibe."

(şx)

ANHA