Meşa girseyî ya Hesekê dest pê kir

Meşa girseyî ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li Hesekê dest pê kir.

Meşa girseyî ya Hesekê dest pê kir
Meşa girseyî ya Hesekê dest pê kir
Meşa girseyî ya Hesekê dest pê kir
Meşa girseyî ya Hesekê dest pê kir
Meşa girseyî ya Hesekê dest pê kir
9 cotmeh, 2024   11:56
HESEKÊ

Îro salvegera 26`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo şermezarkirina komployê bi hezaran şêniyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Til Birak û Şedadê ji serê sibê ve berê xwe dan bajarê Hesekê.

Gaziyên şer, jin û oldar pêşengiya meşê dikin ku ji qada Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kiriye. Meşvanan pankartên "Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî", "Na ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, erê ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re" hildan.

Çaverê ye ku meş li qada Xito yê naverasta bajêr raweste û veguhere mitingê.

(şx)

ANHA