Meşa li Qamişloyê dest pê kir

Meşa li Qamişloyê ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir.

Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
Meşa li Qamişloyê dest pê kir
9 cotmeh 2024   11:56
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji çerxerêya Osman Sabrî ya li Qamişloyê meşeke girseyî dest pê kir. 

Bi hezaran kurd, ereb û suryanên bajarên Til Koçer, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespyê, Qamişlo û Amûdê yên kantona Cizîrê, nûnerên partiyan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê tev li meşê bûne.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankarên "Ji Rêber A bdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî", "Bi giyanê berxwedana girtîgehan em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin", "Azadiya Serok Apo azadiya gelên têkoşer e", "Em komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û banga azadiya wî ya fîzîkî dikin, "Bi giyanê berxwdana Îmraliyê em ê komploya 9`ê Cotmehê têk biibn" hatin hildan û dayîkan kirasên spî ku "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî" hatiye nivisîn, li xwe kirine.

Meş dê li çerxerêya Robar rawesta û veguhere mitingê.

(şx)

ANHA