Meşa Dirêj di roja xwe ya 3’emîn de li Dortmundê dewam dike
Meşa Dirêj ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê Bielefeld ê Almanyayê dan destpêkirin, di roja xwe ya 3’emîn de li Dortmundê dewam dike.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst di roja sêyemîn a Meşa Dirêj de ji Dortmundê ve nêzî 20 kîlometreyan bimeşin.
Li kolanên Dortmundê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” deng veda. Di du rojên derbasbûyî de jî eleqeyekî mezin a kesên derdor hebû.
Di roja sêyemîn a meşa dirêj de dorpêça polîsan zêdetir bû. Komîteya amadekar a çalakiyê gelek caran bang li ciwanan kir ku li dijî provokasyonên gengaz bi hestiyar bin û birêxistin bin.
Çalakvanan daxwaz dikin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî bê pêkanîn û bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê û saziyên navneteweyî dikin ku demildest bikevin tevgerê.