Komkujiya Efrînê li Zurihê hat protestokirin
Kurdên li Zurîhê komkujiya dewleta Tirk a dagirker ya li Efrînê protesto kirin.
Ji aliyê PYD û Komîteya Piştevaniya ya bi Rojava re ya Swîsreyê ve li qada Werdmuhle Êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li ser gundê Kaxirê ya bajarê Mabeta ya Efrînê li bajarê Zurih ê Swîsreyê hat protestokirin.
Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û pankarta bi nivîsa “Bijî Berxwedana Efrînê” hate hilgirtin û dirûşmeyên ku sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wî teşhîr dikin, hatin berzkirin.
Li ser navê Komîteya Piştevaniya ya bi Rojava re ya Swîsreyê Cîger Efrîn axivî.
Efrîn destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wî li herêmên dagirkirî li dijî bi hezaran jin û sivîlan, kuştin, girtin, koçberkirina bi darê zorê, destdirêjî û revandina sivîlan jî di nav de binpêkirinên mafan ên giran pêk tîne û bêdengiya saziyên navneteweyî û dewletan li dijî êrîşan rexne kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li dijî mafên mirovan bi bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî tê kirin û ev bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin: “Divê rêxistinên mafên mirovan û alîkariya mirovî ji bo şermezarkirina van sûcan helwesteke cidî raber bike. Civaka navneteweyî divê tavile mudaxeleyî van sûcan bike û zextê li Tirkiyeyê bike ku êrîş û binpêkirinên xwe berde. Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û welatên ku li herêmê bi aştî û aramiya herêmê re eleqeder dibin dikin ku ji bo jê vegerandina van sûcan, hesabdayîna kujeran, bidawîkirina dagirkeriyê û ji bo xelkê xwecîhî ya Efrînê vegerin ser xaka xwe gavên şenber û lezgîn biavêjin.”
PEYAMA BERXWEDANÊ HAT DAYÎN
Piştre Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Zozan Derîk têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Kaxirê agahî da. Zozan Derîk îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mezin nîşan da û wiha got: “Dewleta Tirk li gundê Kaxirê bêyî ku bibêje jin, kalepîr û zarok êrîşî sivîlan kir. Di vê êrîşê de 4 kes şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn. Bi sepandinên qedexeya derketina derve û qutkirina înternetê têkiliya bi herêmê re hatiye qutkirin. Birîndar hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn. Li dijî van êrîşan em neçar in ku li kêleka gelê xwe yê li Efrîn û Rojava li ber xwe didin bin.”
Piştî axaftina Zozan Derîk, dirûşmeyên ku komkujî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk teşhîr dikin hatin berzkirin.