Brabender: YE`yê PKK ji berjewendiyên jeopolîtîk re dike qurban

Nivîskarê ji Belçîkayê Ludo De Brabander diyar kir ku heta ku PKK di “lîsteya terorê” de bimîne, dê li pêşiya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd astengî hebin.

Brabender: YE`yê PKK ji berjewendiyên jeopolîtîk re dike qurban
30 mijdar 2023   02:37
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Bi minasebeta 46`mîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nivîskarê ji Belçîkayê û berdevkê ‘Vrede vzw’ê (tevgera aştiyê ya Belçîkayê) Ludo De Brabander ji ANHA`yê re axivî.

Ludo De Brabander anî ziman ku PKK ji ber çewisandina nasnameya Kurd û nepêkanîna parastina mafên Kurdan dest bi şerê çekdarî kir û got: “PKK di manîfestoya damezirandina xwe de xwe wek tevgereke `neteweya demokratîk` û `şoreşger` bi nav kir. Armanca ew e ku mafê çarenûsî û azadkirina civaka Kurd bi dest bixin. Paradîgmaya Abdullah Ocalan `konfederalîzma demokratîk a Kurdistanê` bi dîtina min redkirina feraseta netewedewletê, bi fikra konfederalîzma nenavendî çareseriyekê ji bo welatê gelê Kurd derdixe pêş. Di heman demê de lêgerîn û hewldana pêkanîna demokrasiya bingehîn, wekheviya zayendî û pirdengiyê erênî ye. Ew pêşveçûneke erênî ye, lê di heman demê de divê bi dil û can em wê biparêzin.”

‘DIXWAZIN PIRSGIRÊKA KURD BIKIN PIRSGIRÊKA TERORÊ’

Brabander destnîşan kir ku Kurd bi salan bûne qurbaniyên lîstikên jeopolîtîk û diyar kir ku ji bo vê tenê li peymana ku Swêd û Fînlandiyayê di bin sîwana NATO`yê de bi Tirkiyeyê re çêkirine, binêrin. Ludo De Brabander îşaret pê kir ku bi vê re pirsgirêka Kurd dixwazin bikin pirsgirêka terorê û got: “Hin welat ji bo ku Tirkiye qebûl bike ku tev li NATO`yê bibin, amade ne sîstema xwe ya hiqûqî bikin qurbaniya Tirkiyeyê.”

Nivîskar Brabander, derxistina PKK`ê ji “lîsta terorê” ji aliyê dadgehên Belçîkayê ve, bi bîr xist û got: “Li Belçîkayê gelek dadgehan biryar da ku PKK “ne rêxistineke terrorist e”, di şerê çekdarî yê ne navneteweyî de aliyek e. Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya YE’yê, di kampanyaya daxwaznameyê de ku siyasetmedar û kesayetên ewropî piştgirî dayê, 3 milyon îmze hatin komkirin. Ruxmî vê Yekitiya Ewropayê hîn derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê red dike û ji bo berjewendiyên jeopolîtîk dike qurbanî. Lê wê ew jî rojekê bibînin ku PKK dikare ji bo çareseriya siyasî û aştiyeke mayînde li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê roleke girîng bilîze. Heta ku PKK di lîsteya terorê de bimîne, li pêşiya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dê astengî hebin.”

‘NEHEQÎ HEBE HÛN NIKARIN CIVAKEKE DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Di dawiya axaftina xwe de Ludo De Brabander, bang li rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskaran kir ku ji bo derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” bi erkên xwe rabin û got: “Erkên rojnamevan, akademîsyen û saziyên civaka sivîl di parastina mafê mirovan, hiqûqa navneteweyî û pîvanên exlaqî hene. Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, divê peyama wan wiha be; rêzgirtina ji mafên mirovan re, bi taybetî ji bo mafên Kurdan, bidestxistina aştiyeke mayînde û dadperwer pêwîst e. Dema ku neheqî û binpêkirina mafên hebe hûn nikarin civakeke demokratîk ava bikin.”

LUDO DE BRABANDER KÎ YE?

Vrede vzw li Belçîkayê li ser polîtîkayên navneteweyî û pirsgirêkên aştiyê hatiye avakirin. Ludo De Brabander mamosteyê Zanîngeha Koleja ya Artevel bû. Pirtûkên 'Dema ku NATO mizgîniya azweriyê dide' (2009), 'Şerê Bêsînor' (2016), 'Utopyaya Kurd' (2018) û 'Dûr ji Şer - Li ser Mîlîtarîzm û Antî-Mîlîtarîzmê' (2019) nivîsandine.

ANHA