Meşa azadiya li Çilaxa ye

Meşa direj  a ciwanan gihaşt navçeya Çilaxa. Bi sedan şênî li têketina navçeyê pêşwaziya ciwanan kir. Çav li rê ye ku meş ber bi navçeya Girkê Legê ve berdewam bike.

Meşa azadiya li Çilaxa ye
Meşa azadiya li Çilaxa ye
Meşa azadiya li Çilaxa ye
Meşa azadiya li Çilaxa ye
Meşa azadiya li Çilaxa ye
30 mijdar 2023   16:19
QAMIŞLO

Meşa dirêj a Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bi dirûşma " Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî , ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′′ ku duh li Qamişloyê destpê kiribû, vê sibê ji navçeya Tirbespiyê ber bi Çilava ve dewam kir.

Meşa ciwanan gihaşt navçeya Çilaxa. Şêniyên navçeyê li têketina navçeyê bi berzkirina sloganan pêşwaziya wan kirin. Dûre tev li meşê bûn ku heta Parka Jinan dewam kir.

Çaver li rêye piştî navberê, ciwan berê xwe bidin navçeya Girkê Legê. Li wir li malên şêniyan xew bikin û dûre sibe ber bi Dêrikê ve bimeşin.

(şx)

ANHA