Li Dêrazorê tundiya li ser jinan hate nîqaşkirin

Li Dêrazorê di semînerekê de jinan bal kişand ser tundiyê, sedem, cure û rêbazên tunekirina wê û îşaret bi girîngiya xurtkirina rola jinan a di civakê de kir.

Li Dêrazorê tundiya li ser jinan hate nîqaşkirin
Li Dêrazorê tundiya li ser jinan hate nîqaşkirin
Li Dêrazorê tundiya li ser jinan hate nîqaşkirin
Li Dêrazorê tundiya li ser jinan hate nîqaşkirin
Li Dêrazorê tundiya li ser jinan hate nîqaşkirin
30 mijdar, 2023   16:05
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi koordîneya Nivîsgeha Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê têkildarî metirsiyên tundiya li ser jinan, pêwîstiya tunekirina wê û xurtkirina rola jinan di civakê de, semînerek li dar xist. 

Semîner li bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê bi beşdariya bi dehan jinan û endamên meclisên xwecih li dar ket.

Seroka Komîteya Jinan a Meclisa Gel a bajarokê Ebû Hemam Xade Adil axivî û bal kişand ser tundiya li ser jinan û cureyên wê.

Her wiha Xade pêwîstiya hevgirtina jinan li hember zîhniyeta baviksalar destnîşan kir.

Di semînerê de endama Rêveberiya Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê bajarokê Hecîn Muna El Hamid got: “Jin bi bêdengiya xwe û negirtina tu helwestekê, yek ji faktorên sereke yên zêdebûna tundiyê ne.”

Muna wiha domand: “Nêrîna biçûkxistinê ya şaş di civakan de, jinan wek miroveke giştî xwedî erk û maf nabînin. Ji ber wê jiyanek li ser paşguhkirina jinan tê avakirin.”

Jinan di semînerê de bal kişand ser girîngiya xurtkirina jinan di civakê de, naskirina rola wan a pêşeng a di avakirina civakeke bê tundî de.

(şx)

ANHA