Mertirsiyên rûdana şerekî herêmî li Deryaya Sor

DYA’yê avakirina hêzeke leşkerî ji bo parastina li dijî êrişên Hûsiyan ên li dijî keştiyên ku di Deryaya Sor re derbas dibin û ragihandibû ku li herêmê îhtîmala derketina şerekî heye. Gelo ev îhtîmaleke çi qas mezin e? Herêm dê şerekî nû bide ber xwe?

Mertirsiyên rûdana şerekî herêmî li Deryaya Sor
28 kanûn, 2023   09:54
QAHÎRE
MUHSIN EL MISRÎ

Wezîrê parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lloyd Austin 19’ê Kanûnê (roja sêşemê) planên ji bo avakirina koalîsyoneke pirneteweyî bi navê "Operasyona Parêzvanê Pêşketinê" ragihand. Armanca wê parastina navîgasyona deryayî ya li Deryaya Sor e.

Austin di gera xwe ya li Rojhilata Navîn de got Brîtanya, Bahreyn, Kanada, Fransa, Îtalya, Hollanda, Norwêc, Seyşel û Spanya dê tev li operasyonan bibin.

Hûsî dibêjin, li hember êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê wan dest bi van êrişan kiriye. Ji ber wê gelek şîrketên bazirganiya deryayî, neçar man rêya xwe biguherînin.

Wezareta Parastinê ya Yemenê ya girêdayî Hûsiyan, 19`ê Mijdarê ragihandibû ku ew dê tevahî keştiyên ala Îsraîlê li ser e yan jî yên şîrketên Îsraîlê ne yan jî ji aliyê şîrketên îsraîlî ve têne xebitandin, bikin hedef.

9`ê Kanûnê, berdevkê hêzên Hûsiyan ragihand ku heta xwarin û derman derbasî Xezayê bibe, ew dê êrişên xwe yên li dijî keştiyên Îsraîlê zêde bikin û dê keştiyên dewletên din jî yên diçin Îsraîlê, bikin hedef.

Li gorî raporan, di çend rojên dawîn de Hûsiyan gelek keştî kirine hedef ku kadroyên wê sivîl bûn. Her wiha di êrişên li ser 4 keştiyan de moşek û balafirên bêmirov bi kar anîne û xebatkarên keştiyekê girtine.

Çavdêran hişyarî da ku piştî ragihandina DYA’yê ya koalîsyona leşkerî, ihtîmal heye şerekî herêmî rû bide.

ŞEREKÎ HERÊMÎ

Pisporê leşkerî yê ji Misirê Hatim Sabir têkildarî mijarê got: "Hêza navneteweyî ya ji bo parastina Bab El Mendeb bi serkêşiya DYA`yê, armanc dike ku tevgera navîgasyonê û keştiyên îsraîlî dema di herêmên di bin kontrola Hûsiyan re derbas dibin, biparêze.”

Hatim Sabir wiha domand: "Koalîsyona leşkerî ya nû, dibe ku herêmê ber bi şerekî herêmî ve li ser sînorên Deryaya Sor bibe. Heke ev koalîsyon, derbên giran li koma Hûsiyan di aliyê bejahî û deryayî de bide, dê aliyên din mîna Rûsya û Çînê jî tev bigerin ji bo ku berjewendiyên xwe biparêzin. Em jî naxwazin ev yek di dema bê de pêk were."

Her wiha Sabir diyar kir ku bi berdewamkirina şerê Xezayê û firehbûna daîreya aliyên din ên destê wan di şer de heye mîna Hizbullaha Lubnanê, herêm şerek din tehemul nake.

Li gor Sabir, DYA dibe ku di dema bê de fişarê li Îsraîlê bike ji bo ku şer bi bidestxistina destkeftiyên derûnî rawestîne, lê belê kolana Îsraîlê baş dizane tiştek bi dest nexistiye.

BERPIRSYARIYA WASHINGTONÊ

Nivîskar û analîzvanê siyasî Tariq Ebû Zeyneb jî got: "Bangewaziya DYA`yê ji bo avakirina vê koalîsyonê, derqanûnî ye û bi ser nakeve. Divê Washington destpêkê li NY`yê biryarekê derxe ji bo ku tevlêbûna vê koalîsyonê rewa û qanûnî be û ji bo hemû dewletan mecbûrî be."

Ebû Zeyneb wiha pê de çû: "Tevgerên hûsiyan li dijî navîgasyona navneteweyî ya li Deryaya Sor, gef in. Ji civata navneteweyî û Washingtonê tê xwestin ku azadiya navîgasyonê li Bab El Mendeb biparêzin. Nemaze ku êriş bi awayekî mezin bandor li ewlehiya li herêmê dikin."

Ebû Zeyneb di wê baweriyê de ye ku beşeke mezin a berpirsyariyê ya Amerîkayê ye ji ber ku wê hûsî ji lîsteya terorê derxist ruxmî ku êriş Erebistana Siûdî dikir, ev jî bi nêrîna Ebû Zeyneb derfetên leşkerî yên hûsiyan xurttir kirin.

Li gorî Ebû Zeyneb divê Washington li şûna avakirina vê koalîsyonê li Deryaya Sor şerê li Xezayê rawestîne û ji vê bêtir li hember Îran û milîsên wê yên li herêmê, cidîtir be.

Der barê biryara tevlêbûna Erebistana Siûdî di koalîsyonê de Ebû Zeyneb got: “Biryara Siûdiye rast e ji ber ku Siûdiye pirsgirêk çareser kirin ji bo ku îstiqrar li herêmê pêk were. Gelek caran parastina navîgasyona navneteweyî kir û bang li civata navneteweyî kir ku korîdorên navneteweyî bên parastin ji bo ku rê li pêşiya qaçaxçîtiya çek, mirov û narkotîkê bê girtin. Lê civata navneteweyî ev bangewazî paşguh kirin. Ruxmî ku berpirsyariyeke navneteweyî ye ne erebî ye."

(şx)

ANHA