Meral Daniş Beştaş: Hevdîtina komîsyonê ya li Îmraliyê dê dereng nemîne

Parlamentera DEM Partiyê û endama “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Netewî” Meral Daniş Beştaş diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re hîn neketiye rojeva komîsyonê, lê ew di wê baweriyê de ye ku dê hevdîtin dereng nemîne û ji derveyî hevdîtinê tu vebijêrk nîn in.

Meral Daniş Beştaş: Hevdîtina komîsyonê ya li Îmraliyê dê dereng nemîne
5 îlon, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎTAN ÎRLAN

“Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Netewî” ku li ser banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê hatiye avakirin, xebatên xwe didomîne. Komîsyon ev demek e bi aliyên cuda û kesayetan re hevdîtinan pêk tînin, lê heta niha bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin çênekiriye.

Endama komîsyonê û parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş der barê xebatên komîsyonê û mjarên ka wê kengî bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bê çêkirin, “Mafê Hêviyê” û gefên rayedarên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ANHA’yê re axivî.

Meral Daniş Beştaş qonaxa ku xebatên komîsyonê gihiştinê wiha nirxand: “Di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013-15’an û ya niha de jî birêz Abdullah Ocalan bang kir ku li meclisê komîsyonek bê avakirin. Armanca me û tevgera Kurd jî ew bû. Ji danîna çekê heta hatina gerîllayan, rewşa bi hezaran girtiyên siyasî û girtiyên nexweş, dîsa weke mijareke pir girîng rêveberiyên herêmî, qeyûm, zimanê dayîkê û gelek mijarên din, pêwîstî bi zagonên azadiyê hene. Li gorî me di vê mijarê de xebata komîsyonê ne negatîf e. Heta niha me li gelek kes û saziyan guhdar kir û 7 civîn li dar ketin. Vê yekê asoyek ji parlementeran re çêkir.”

ˋDIVÊ GAVÊN BILEZ Û ŞÊNBER BÊN AVÊTINˊ

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku pêwîst e komîsyon hîn zêdetir li hev bicive û wiha domand: “Nêrîna me ew e hîn zêdetir dirêj neke û nexşerê zelaltir bibe. Di demek kurt de zagonan nîqaş bikin. Ji ber ku pêvajo ji provakasyon û êrişan re vekiriye. Nirxandinên dijî pêvajoyê hene, yên cuda fêm dikin hene. Ji bo vê divê bi lez û gavên şênber bên avêtin”.

Meral Daniş Beştaş li ser dengên cuda yên partiyên siyasî wiha got: “Rast e nêzîkatiyên cuda yên aliyan hene. Endamên di komîsyonê de li gorî navendên giştî yên partiyên xwe tev digerin. Hinek tenê weke mijara çekdanînê, hinek hîna qala terorê dikin. Lê divê em zagonên entegrasyona demokratîk nîqaş bikin. Azadî û wekheviyê nîqaş bikin. Nêzîkatiya ku tune dihesibîne, kêm dibîne, cuda dibîne, teqez xizmeta çareseriyê nake.”

ˋJI DERVEYÎ HEVDÎTINA BI BIRÊZ OCALAN RE TU VEBIJÊRK TUNE YEˊ

Piştî ku komîsyon hat avakirin PKK’ê û DEM Partiyê jî diyar kir ku pêwîst e komîsyon hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne.

Di vê mijarê de Meral Daniş Beştaş got: “Bê guman di aliyê me de rojevek wiha heye. Di vê mijarê de cudahiya nêzîkatiyan heye. Heta niha di komîsyonê de nebûye rojevek berfireh. Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de vîna bidawîkirina pevçûnan, danîna çekê û banga feshê nîşan da. Ji derveyî guhdarkirina wî tu vebijêrk tune ye. Piştî guhdarkirina aliyan bidawî bibe, divê guhdarkirina li birêz Ocalan bi fermî bikeve rojevê. Ev bang çima kir, di demê pêş de çi armanc dike, di vê mijarê de tiştên divê komîsyon bike, zagonên pêwîst, di xala çareseriyê de pêşniryarên ku rewşê hêsan bikin û di gelek mijarên din de nêrînên birêz Ocalan pir girîng û jiyanî ne. Heta hûn bi muxatabê xwe re neaxivin, nêrîn û daxwazên wî guhdar nekin, nirxandinên wî negirin gengaz nabe ku rêyek tendurist bimeşin.”

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku partiyên siyasî ji ber berjwendiyên xwe yên siyasî û desthilatê ji bo guhdarkirina li Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkan derdixin û wiha axivî: “Divê tu kes Îmralî, gelê Kurd û pêvajoyê bikar neyîne. Siyaset cuda ye, têkoşîna ji bo aştiyê cuda ye. Civak ji vê re vekiriye. Ez di wê baweriyê de me ku guhdarkirina li Îmralî dê pir dereng nemîne”. 

ˋDAXWAZÊN PÊKANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ HENEˊ

Meral Daniş Beştaş girêdayî “Mafê Hêviyê” jî wiha got: “Hîna sazûmankirina zagonên ˋMafê Hêviyêˊ neketiye rojeva komîsyonê. Lê di mijara pêkanîna biryanên DMME’yê de daxwaz hene. Herî dawî Bulent Arinç û hinek baroyan li ser axivîn. Ji xwe em jî pêşniyar dikin. Bê guman dê ev bibe yek ji mijarên rojeva komîsyonê.”

ˋGEFÊN LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ, PÊVAJOYÊ DIKIN XETERIYÊˊ

Meral Daniş Beştaş weke bersiva gefên rayedarên Tirk û Serokê MHP’ê Baxçelî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: “Ev gef bêzariyekî çêdikin. Li aliyekî qala çareseriyê dikin, li aliyekî gefan li beşek din ê Kurdan dixwin. Ev bi hev re nagunce. Divê li gorî pêvajoyê tev bigerin. Êrişên giran û qirkirin li ser gelê Durzî û Elewî tên meşandin. Ji Kurdan re jî dibêjin HTŞ çi bêje hûn ê bikin. Ji gel re dibêjin herin mirinê. Ev bi tu awayî nayê îzahkirin. Ev pêvajoya li vir jî dike xeteriyê.”

(a)  

ANHA