Li Sûriyeyê bernameya "Şam Kaş" bûye alava serweriya darayî

Li Sûriyê êdî bernameyek ne hikûmî û neruxsetkirî beşê aborî û bank xistiye bin kontrola xwe. Rola bankên navendî yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê hatine paşguhkirin û êdî bar ketiye ser bernameya nû ya neruxsetkirî.

Li Sûriyeyê bernameya "Şam Kaş" bûye alava serweriya darayî
5 îlon, 2025   02:35
ŞAM 
USAMA UBÊDULLAH

Ji nişka ve 6 bankên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê "Benka Navendî, Banka Bazirganiyê ya Sûriyê, Banka Alîkariya Çandiniyê, Banka Pîşeyî, Banka (Qerz) Dayîna Pêşinde ya Gel û Banka Emlakan" bûne bankên vala û bê rol û kar hatine hiştin. 

Li gorî karmendên bankan, pereyên rojane ji dahatayên firin, navendên sotemeniyê û her wekî din di bankan de çêdibin têne kişandin û li ser hesabê bernameya "Şam Kaş" têne bicihkirin. Ev bername bûye tekane alava aborî ya dîjîtal di Sûriyê de ku karê fermî bi rê ve dibe. Hêza darayî ya Sûriyeyê ji nû ve xêz kiriye. Tişta balkêş nayê zanîn xwediyê vê sîstema aboriyê kî ye!.

Di nava şêniyan de belav bûye, ku ev bername girêdayî serê mezin di Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de ye. Navenda wê jî parêzgeha Idlibê ye. Pisporekî darayî ji ber sedemên ewlekarî nexwest navê xwe aşkera bike li ser mijarê got ku heger ev sîstem ne nêzîkî serê desthilatê be, dê ewqas hêz û derî li pêşiya wê nedihat vekirin.

Ajansa me bernameya "Şam Kaş" lêkolîn kir, di encamê de diyar bû ku aliyê "garantorê bernameyê" dike ye, tîmeke taybet ku li ser bernamekirina wê kar dikin û tu agahiyên ji wê berfirehtir nîn in. Ruxseta wê ya fermî nîne. Di desteya birêxistinkirinê de navê wê nîn e. Ruxseta wê nehatiye ragihandin. Numareyek wê tune ye; ne ya erdî ne jî ya mobayl. Rêya têkilî danînê tenê bi "Botat" anku li ser bernameyê ye û ji xwe ber li ser internêtê kar dike, tê kirin. Ev jî taybet bi xizmetên bernameyê yên pêşkêş dike ve girêdayî ye.

Li gorî pisporekî darayî yê Sûriyeyî, qezenca mehane ya sepanê li gorî rêjeya ji sedî 5 ji hezarî ku sepan ji hesabên xwe digire, bi qasî 3 milyar lîreyên Sûriyeyê.

Ev tevgera darayî ya ji aliyê rayedarên Hikûmeta Veguhêz ve li Sûriyê, pirsan li ser têkiliya di navbera banka taybet û serlêdana wê û Banka Navendî ya Sûriyê ya ji aliyê hikûmetê ve tê rêvebirin, derdixe holê.

Depokarên ku hesabên wan ên hikûmetê ne, ji ber tevliheviyên ku ew pê re rû bi rû dimînin û hewldanên ku wan ber bi vê sepanê ve bibin, matmayî dimînin. Depokar destnîşan dikin ku ev gavek e dihêle hemû welatî li şûna banka navendî berê xwe bidin vê bernameyê.

Welatiyê bi navê Ebdullah Hesan û depokarê darayî li ser mijarê matmayîna xwe anîn ziman û got: "Heger milyonek lîreyên Sûriyeyê yê welatiyekî di banka navendî ya Sûriyê de hebe, dê ji ber qeydên heyî, nikare bikişîne. Ji bo ku tu bikşîne, divê tu berê xwe bide "Şam Kaş". Gelo dibe banka navendî di mehê de nikare zêdeyî 500 hezar lîreyên Sûriyeyê bide. Bihaneya wan jî pere nîn in. Di heman demê de welatiyek di kêliyekê de dikare di rêya pencerên Şam Kaş ên li bankê hatine vekirin, 100 milyon Lîreyên Sûriyê bikişîne."

Pisporekî darayî û berpirsê yek ji bankên hikûmetê, nexwest navê xwe aşker bike li ser mijarê wiha axivî: "Hemû destûr û hêz ji bernameya Şam Kaş re hatiye dayîn. Resîd û pereyên wan vekirine. Karmendên hikûmetê û endamên saziyên fermî mûçeyên xwe di rêya "kirêdî kart" de, bi rêya bernameyê dikişînin. Hemû sîstema elktronîk ku berê hikûmet li ser dimeşiya, hatiye îbtalkirin. Ji lewma welatiyên Sûriyeyê berê xwe dane, bernameyek tiştek li ser nayê zanîn û ne fermî ye. Hemû hesab û qeydên welatiyan diçin vê bernameyê.

Heman pisporê darayî gavên têne kirin, wekî destdirêjiya li dijî mal û milkê Sûriyeyê û saziyên wê ne diyar kir ku û got: "Gelo dê kî datayên xelkê veşêre. Bi taybet îro şerê herî mezin ê cîhanê şerê datayan e. Kî misogeriyê dide ku tu kes bazirganiyê bi datayên xelkê neke. Metirsî heye ev bername bazirganiyê bi datayên xelkê bike. "

Heman pisporê darayî destnîşan kir ku mehane "Şam Kaş" 3 milyar lîreyên Sûriyê qezenc dike û ev li gorî rêjeya ji sedî 5 tê qutkirin e û diyar kir ku: "Ev dizî bi serkêşiya hikûmetê ye. Xisareke mezin ji xezîneya dewletê re ye. Ji ber qezenca wê li şûna ji bankên hikûmetê re be, ji kesên nenaskirî re diçe."

Têkildarî mijarê di nava gelê Sûriyê de ev pirsyar têne kirin:  "Gelo bernameya Şam Kaş benka navendî ya Sûriyeyê jî di nav de ye ku sîstema darayî ya Sûriyê, bi rê ve dibe. Yan banka navendî li ber bernameya Şam Kaş a kes nizane girêdayî kê ye, bê çare ye.  Gelo dibe ku beankên şaxî bi hinceta karê wan nemaye û pere nîn in, werin girtin?"

(dc)

ANHA