Artêşa Îsraîlê: Ji sedî 40 ji bajarê Xezayê hatiye kontrolkirin

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ji destpêka operasyona “Gideon” ve ji sedî 40 ji bajarê Xezayê kontrol kiriye û fişar dê di rojên bê de berdewam bike.

Artêşa Îsraîlê: Ji sedî 40 ji bajarê Xezayê hatiye kontrolkirin
4 îlon, 2025   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got: “Ji bo têkbirina Hemasê li Xezayê, me vê hefteyê bi deh hezaran leşker amade kir.”

Avichay Adraee wiha domand: “Me ji sedî 40 ji bajarê Xezayê kontrol kiriye û fişar dê di rojên bê de bidome.”

Avichay Adraee diyar kir ku ji destpêka operasyona “Gideon” ve, cenazeyên 10 revandiyan vegerandine.

(şx)