Mehmûd Xelîl Elî êrişa li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê şermezar kir

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgehê Hesekê Mehmûd Xelîl Elî di postekê li ser Xˊê de êrişa li dijî erebeya leşkerî ya li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê şermezar kir, şîfa ji birîndaran re xwest.

Mehmûd Xelîl Elî êrişa li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê şermezar kir
18 hezîran, 2026   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî diyar kiribû ku di berbanga îro (18 Hezîran) de çekdarên nenas li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê êrişî erebeya endamên Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir. Di encama êrişê de 10 endam birîndar bûn.

Têkildarî mijarê Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî li ser Xˊa xwe postek parve kir, êriş şermezar kir.

Mehmûd Xelîl Elî di posta xwe de got: "Em bûyera êrişa ku otomobîla leşkerî li gundewarê Hesekê hedef girtiye, di encamê de hejmarek kes birîndar bûne şermezar dikin û şifaya bilez ji birîndaran re dixwazin.

Me yekîneyên xwe yê ewlehiyê erkdar kir ku dest bi tedbîr û lêpirsîna pêwîst bikin da ku kesê tewanbar aşkera bikin û delîlan li ser aliyê berpirsên vî bûyerê kom bikin. Em diyar dikin ku tohmetbar wê li gorî zagonên heyî werin cezakirin."

Di dawiyê de Mehmûd Xelîl Elî anî ziman ku: "Em diyar dikin ku em li hemberî hemû kesên ku dixwazin aramiya sivîl xera bikin babendî parastin û istqrara herêmê ne û em ê di çarçoveya şêwazên zagonê de heya pêkanîna ewlehî û istqrara civakî bi awayekî xurt li dijî wan bisekinin."

(fr)