Hêzên li baregehên Tirkiyeyê li Til Temirê dîsa agir vêxist

Hêzên li baregehên dewleta Tirk a dagirker careke din agir li gundê Qasimiyê yê dagirkirî pêxist, agir ber bi bajarê Til Temirê ve diçe.

Hêzên li baregehên Tirkiyeyê li Til Temirê dîsa agir vêxist
18 hezîran, 2026   22:31
HESEKÊ

Hêzên li baregehên dewleta Tirk a dagirker careke din agir li derdora gundê Qasimiyê yê dagirkirî vêxist, di encamê de agir bi rûbereke fireh ketiye. Şênî bi tirs in ku bigihîne mal û milkên wan.

Ligel berfirehbûna rûbera şewatê, Tîmên Awarte li bajarê Til Temirê bi piştgiriya şêniyan bi hemû derfetên xwe seferber bûne, da ku şewatê kontrol bikin, nehêlin ber bi bajêr û gundên derdorê ve biçe. Ji gelek aliyan ve tîm û şênî di şert û mercên dijwar de hewldanên vemirandinê dikin.

Di demekê de li herêmê rêzeşewat hene, zirarên mezin bi mal û milkên welatiyan kirin, ev şewat derket.

(fr)

ANHA