Medyaya Îsraîlê behsa kuştina Xameneyî kir

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Rêberê Bilind ê Îranê di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de hatiye ku]tin. Tehranê hîn bi fermî ev agahî piştrast nekiriye.

Medyaya Îsraîlê behsa kuştina Xameneyî kir
28 sibat, 2026   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Du torên televîzyonê yên Îsraîlê ragihandin ku Rêberê Bilind ê Îranê, Ayetullah Elî Xameneyî, îro di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de hatiye kuştin.

Desteya Weşanê ya Giştî ya Îsraîlê li ser platforma xwe ya X ev nivîsî: "Elî Xameneyî hatiye kuştin."

Kanala 12 jî, li ser zimanê çavkaniyekê, ragihand: "Xameneyî hatiye kuştin". Lê Tehranê hîn bi fermî ev agahî piştrast nekiriye.

(k)