Medyaya erebî: Zexta li ser DYA’yê zêde dibe

Medyaya erebî nivîsî ku şerê Îran û DYA-Îsraîlê dikeve qonaxeke aloz ku hevsengiya hêzê ya herêmê ji nû ve diguherîne. Her wiha zexta li ser Washingtonê zêde dibe.

Medyaya erebî: Zexta li ser DYA’yê zêde dibe
18 adar, 2026   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên medyaya erebî li ser pêşketinên di şerê Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîlê de û bandorên wê yên herêmî û navneteweyî nivîsîn.

‘GELO TRUMP DÊ DEV JI ŞER BERDE Û KENDAVÊ BIKIŞÎNE NAV PEVÇÛNÊ?’

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser îhtîmala ku serokê DYA’yê Donald Trump dev ji şer berde û diyar kir ku her çend niha ne mimkun be jî lê ev senaryo heye.

Rojnameyê diyar kir ku biryara vekişînê dibe ku bi lêçûn û encamên şer ve girêdayî be û destnîşan kir ku Ii gorî pêvajoyên dîrokî, Washington dema ku windahî ji destkeftiyên siyasî û leşkerî zêdetir bin, vedikişe.

KUŞTINA ELÎ LARÎCANÎ

Reutersê bal kişand ser kuştina siyasetmedarê navdar ê Îranî Elî Larîcanî di êrişeke hewayî ya DYA-Îsraîlê de û ew wek yek ji bûyerên herî girîng ên şer bi nav kir.

Ajansê nivîsî ku Larîcanî yek ji kesayetiyên herî bibandor bû li Îranê ku serokatiya parlamentoyê û serokatiya Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî kiribû. Wî di mijarên stratejîk de, bi taybetî di dan û standinên nukleerî û birêvebirina têkiliyên herêmî de roleke girîng lîst.

Her wiha nivîsî ku kuştina wî derbeyeke navxweyî li rejîma Îranê xist, ji ber ku ew yek ji biryardêrên herî navdar ên li pişt perdeyê bû.

‘ÇIMA TRUMP PETROLA ÎRANÊ DIPARÊZE?’

Malpera Asas Media diyar kir ku serokê DYA`yê Donald Trump bûye “parêzvanê petrola Îranê”.

Malperê destnîşan kir ku Washington bi hevkêşeyeke aloz re rû bi rû ye, ji ber ku lêdana tesîsên petrolê yên Îranê dikare bibe sedema aloziyeke mezin a buhayên enerjiyê ku dê zexteke siyasî ya navxweyî li ser rêveberiya DYA`yê çêke.

Li gorî malperê Ii cem DYA’yê ji bo guhertina çarenûsa şer vebijêrkên sînordarkirî hene; ya herî berbiçav vekirina Tengava Hurmuzê bi zorê yan jî desteserkirina cihên hinardekirina petrolê yên Îranê.

(k)