Ji gundê El Qasimiyê dîmenên wêraniyê

Şêniyên gundê El Qasimiyê yê Til Temirê ku piştî 7 salên koçberiyê vegeriyan gund, dîmenên wêraniya ku çeteyan li şûna xwe hiştiye, weşandin.

Ji gundê El Qasimiyê dîmenên wêraniyê
18 adar, 2026   11:16
HESEKE

Gundê El Qasimiyê ku 7 kîlometreyan li bakurê bajarê Til Temirê ye, di dawiya sala 2019`an de ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin û gund vegherîbû baregeheke çeteyan. 

Çend ciwanên gund ku piştî 7 salan vegeriyan gund, dîmenên wêraniyê kişandin.

Di dîmenan de wêraniya ku li gund hatiye kirin, xuya dike. Mal hatine talankirin û hilweşandin û piraniya malan wêran bûne û li şûna wan tenê çend dîwar mane.