Medyaya erebî: El Şera sîstema ewlehiyê ji nûve saz dike

Medyaya erebî diyar kir ku El Şera sîstema ewlehiyê ji nû ve saz dike û tê payîn ku şerê DYA û Îranê bikeve pêvajoyeke xeternaktir.

Medyaya erebî: El Şera sîstema ewlehiyê ji nûve saz dike
20 tîrmeh, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro bal kişand ser ji nû ve sazkirina sîstema ewlehiyê li Sûriyeyê û îhtîmala ku şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê dijwartir bibe. 

‘JI NÛ VE SAZKIRINA SÎSTEMA EWLEHIYÊ’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê diyar kir ku bi tayînkirinên nû yên ji bo saziyên ewlehiyê, diyar dibe ku serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera dixwaze sîstemeke ewlehiyê ya navendî saz bike û saziyên ewlehiya hundirîn û îstixbaratê di bin serweriya serok de bin.

Rojnameyê diyar kir ku kesên nêzî El Şara û bi taybet endamên `Heyet Tehrîr El Şam` ji bo saziyên ewlehiyê hatine tayînkirin. Her wiha rojnameyê nivîsand ku erk bi awayekî ku hevsengî xirab nebin û her tişt di bin serweriya El Şera de be, hatine belavkirin.

Têkildarî heman mijarê rojnameya El Şerq El Ewset di aliyê îdarî û ewlehiyê de mijar nirxand û got di encama rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê û teqînên vê dema dawiyê çêbûn, sîstema saziyên ewlehiyê ya Sûriyeyê hatiye guhertin.

Pisporekî ewlehiyê ji rojnameya El Şerq El Ewset re axivî û got dê saziyên ewlehiyê di bin serweriya serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera û wezîrê karên hundir Enes Xetab de bimînin. Her wiha dê erka şopandina saziyên ewlehiyê û saziyên îstixbarata giştî ji hev cuda bin.

‘PIŞTÎ KÛPAYA CÎHANÊ BI DAWÎ BÛ, ŞER DIJWAR BÛ’

Ji bo dosyaya Îranê rojnameya El Nehar a Lubnanê nivîsand ku piştî kûpaya cîhanê bi dawî bû, dê şerê DYA û Îranê dijwartir bibe. Dibe ku binesaziya Îranê ji aliyê DYA’yê ve were hedefgirtin û şer dirêj bike.

Rojnameyê diyar kir ku dema Tehran tengava Hurmuzê digire û muzakereyan radiwestîne, dibe sedema ku krîz mezintir bibe. Di vî şerî de pêdiviya DYA’yê jî bi hevpeymanên navneteweyî û herêmî heye.

(np)