Li Kirmaşanê erd hejiya

Li bajarê Kuzeran ya ser bi Kirmaşanê erdhej çêbû, piştî çend kêliyan bi pileya 5.7 cardin erdhejiya.

Li Kirmaşanê erd hejiya
20 tîrmeh, 2026   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Danê sibehê, medya fermî ya Îranê ragihand ku li sînorê parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê du erdhej çêbûne.

Li gorî agahiyan, li bajarê Kuzeran ya ser bi Kirmaşanê erdhejek çêbû, piştî çend deqeyan erdhejek din bi pileya 5.7 pileyan çêbû.

Hate diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 8 kîlometreyan û 17 km ji Kûzeranê û 26 km ji Rawanserê dûr bû.

Gorî heman zanyariyan cihê erdhejê 65 km ji navenda parêzgeha Kirmaşanê û 98 km ji bajarê Sineyê dûr bû. Heta niha tu agahî li ser ziyanên canî û madî nehatine ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku erdhej li Îlam, Hemedan, Sine, Loristan û li Başûrê Kurdistanê jî li Silêmanî û Helebceyê hate hîskirin.