Medyaya erebî behsa guhertinên siyaseta DYA`yê û krîzên li Rojhilata Navîn kir

Medyaya erebî guhertinên siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Sûriye û Iraqê, aloziyên dan û standinên DYA-Îranê, kêmbûna rola Ewropayê û pêşeroja komên çekdar ên li Iraqê nirxandin.

Medyaya erebî behsa guhertinên siyaseta DYA`yê û krîzên li Rojhilata Navîn kir
2 hezîran, 2026   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro der barê guhertinên siyasî û stratejîk ên li Rojhilata Navîn de nivîsî û bal kişand ser guhertina siyasetên DYA`yê li Sûriye û Iraqê û aloziyên dan û standinên bi Îranê re.

‘WASHINGTON BANDORA XWE VESAZ DIKE’

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser biryara serokê DYA`yê Donald Trump a berfirehkirina erka nûnerê xwe Tom Barrack da ku ji bilî Sûriyeyê Iraq jî tê de be, nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku ev gav guhertineke di perspektîfa DYA`ê ya li ser Şamê de wekî "yekîneyeke stratejîk a yekane" nîşan dide ku li gorî mentiqa "aramî di berdêla veberhênanê de" tê rêvebirin.

Rojnameyê diyar kir ku rêveberiya DYA`yê li şûna rêvebirina krîzên leşkerî yên kevneşopî ber bi bikaranîna amûrên bandora aborî û siyasî ve diçe, ku projeyên ji nû ve avakirin, enerjî û veberhênanê bi hebûna rasterast a DYA`yê ve girê dide.

‘DAN Û STANDINÊN WASHINGTON-TEHRANÊ DI BIN ZEXTA BÊHÊVÎTIYÊ DE NE’

Rojnameya Independent Arabia behsa pêvajoya dan û standinên DYA-Îranê kir û diyar kir ku krîza heyî nîşan dide ku nêzîkatiya DYA`ê ya li hember rejîma Îranê de" nêrînek stratejîk" tune ye.

Rojnameyê nivîsî kir ku Washington bi "hişmendiya dewletên kevneşopî yên ku ji hilweşîna aborî ditirsin" bi Tehranê re mijûl dibe, di heman demê de rejîma Îranê xwe dispêre rêveberiya aloziyê û ji zextên navxweyî sûd werdigire da ku hebûna xwe ya siyasî xurt bike. Rojnameyê diyar kir ku tevî cezayan û windahiyên aborî, Îranê kariye torên hevalbendan çêbike.

‘ROLA NAVNETEWEYÎ YA YEKITIYA EWROPAYÊ KÊM DIBE’

Rojnameya Lubnanî El Nahar behsa pirsgirêkên ku Yekîtiya Ewropayê pê re rû bi rû ye kir, û destnîşan kir ku pergala navneteweyî êdî gav bi gav ber bi rêziknameyên nû ve tê guhertin ku tê de bandora hêzên kevneşopî yên Rojavayî kêm dibe.

Rojnameyê zêde kir ku berfirehbûna Ewropayê piştî bidawîbûna Şerê Sar barên aborî û siyasî yên mezin çêkiriye, di heman demê de pirsgirên neteweyî yên cûda di nav Yekîtiyê de hêza wê ya çêkirina siyasetek derve ya yekgirtî û bibandor qels kiriye.

‘BEXDA DI NAVBERA BÊÇEKKIRIN Û KONTROLKIRINÊ DE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat di dosyaya Iraqê de, li ser nîqaşa der barê siberoja komên çekdar de nivîsî û destnîşan kir ku di xîtaba siyasî de guhertineke girîng heye ku li şûna"bêçekkirinê" behsa "kontrolkirin û sînordarkirina çekan di destê dewletê" de tê kirin.

Rojnameyê diyar kir ku ev guhertin nêzîkatiyeke DYA`yê ya "kontrolkirina komên çekdar li şûna hilweşandina wan" nîşan dide.

(k)