Îlham Ehmed bi Sekretêrê Giştî ya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk re civiya

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Helebê bi Sekretêrê Giştî ya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed Erec re civiya.

Îlham Ehmed bi Sekretêrê Giştî ya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk re civiya
2 hezîran, 2026   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretêrê Giştî ya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed Erec duh li bajarê Helebê pêşwaziya Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed kir. Di hevdîtinê de dosyayên siyasî û neteweyî  yên eleqedar hatin nîqaşkirin.

Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di hevdîtinê de rêbazên xurtkirina tevkariya nîştimanî, mekanîzmeya entegrasyonê û avakirina lihevhatinan di nava hêzên siyasî de, her wiha peymana 29‘ê Çileyê û bandorên wê li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Hate diyarkirin ku dosyaya mafên çandî û girîngiya fermîkirina wan di destûrê de mijarek sereke ya hevdîtinê bû. Girîngiya xebata siyasî ya aştiyane jî wekî dergeheke esasî ji bo aramî û sepandina maf û azadiyan hate destnîşankirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan girîngiya diyalogan di navbera hêzên nîştimanî de û  xurtkirina lihevkirinan nîqaş kirin ku ‘‘piştgiriyê bide çareseriya siyasî, avakirina dewleta hemwelatîbûna wekhev û serweriya qanûn‘‘.

Ehmed Erec serdana Îlham Ehmed wekî gaveke girîng ji bo pêşxistina peywendî û diyaloga di navbera hêzên siyasî yên Sûriyeyê de destnîşan kir û anî ziman ku divê hevgirtina civakî di çarçoveya projeyeke nîştimanî ya giştî de were xurtkirin.

Ev hevdîtin, di çarçoveya gera hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed a li Efrîn û Helebê de pêk hat.

(bb)

ANHA