Li gundewarên Hemayê 2 kes hatin kuştin

Li gundewarê Selemiyê yê Hemayê 2 ciwan di êrişek çekdarî de hatin kuştin.

Li gundewarên Hemayê 2 kes hatin kuştin
2 hezîran, 2026   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Kîtlonê yê bajarê Selemiyê yê rojhilatê Hemayê çekdarên nenas êrişî firoşgehekê kirin û 2 ciwan kuştin. Êrişkdar piştî bûyerê reviyan cihekî nediyar.

Çavkaniyên xwecih dane zanîn ku çekdaran bi ser firoşgeheke pêdiviyên xwarinê de girtin û bi demançeya bêdeng gule li her du ciwanan reşandin. Her du ciwan di cih de mirin.

Çavkaniyan diyar kir ku cenazeyên her du ciwanan rakirin Nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Selemiyê.

Heya niha êrişkar û sedemên êrişê nehatin zanîn.

Li gorî SOHR‘ê ji destpêka îsal (2026) ve li Sûriyeyê di bûyerên bi vî rengî de 95 kes (85 mêr, 8 jin û 2 zarok) hatine kuştin.

(bb)