Medyaya Erebî bal kişand ser lihevkirinên li Sûriyeyê û ewlehiya herêmê

Mijara lihevkirinên li Sûriyeyê, bi taybet parezgeha Hesekê û geşedanên Tengava Hurmzê, hevpeymana Mekayê û bandora şer li ser Xezayê rojevê medyaya Erebî bûn.

Medyaya Erebî bal kişand ser lihevkirinên li Sûriyeyê û ewlehiya herêmê
13 tebax, 2026   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojname û dezgehên çapemeniya Erebî û yên kendavê behsa geşedanên li Hesekê, pêvajoya entegrasyona di navbera Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) û saziyên dewletê, vegera koçberên Serêkaniyê, bûyerên di navbera Amerîka-Îran, pêşeroja Tengava Hurmizê, hevpeymana Mekayê ya parastina hevbeş a Siûdiyê, Tirkiyeyê û Pakistan, her wiha pêşketinên li Xezayê hat kirin.

Rojnameya “El Erebî El Cedîd” bal kişand ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, aramiya piştî bidawîbûna dema qedexeya derketina derve ya li bajarê Kobanê. Di weşana rojnameyê de hat diyarkirin ku piştî rêkarên ewlehiyê li bajar rewşa jiyanî vegeriya mîna berê.

Têkildarî dosyaya vegera koçberan jî, di rojnameyê de hat destnîşan kirin ku piştî vegera karwanê yekemîn, tevî ku ew veger bi koordîneya di navbera Tîma Serokatiyê û QSD`ê pêk hat, astengiyên girêdayî mal û milkên şêniyan derketin.

Rojnameya “Indepentend Erebiya” jî behsa aliyê mirovî û ewlehî yê vegera koçberan, herî dawî rawestandin vegerê piştî êrişa li ser şêniyan kir, rojnameyê di weşana xwe de daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdê ya ku ji bo şermezarkirina êrişê da.

HURMIZ Û DANÛSTENINÊN AMERÎKA-ÎRAN

Li kêlek dosyaya Sûriyeyê, mijara Tengava Hurmizê û danûstendinên Washinton û Tehranê beşeke berbiçav di waşanan de girtiye, Rojnameya “El Şerq El Ewset” diyar kir ku têkildarî şertên bidawîkirina şer û pêşeroja Tengava Hurmzê di navbera Îran û Amerîkayê de hîn jî nakokî hene, tevgera Pakistanê ya ji bo danîna lihevkirinê di navbera her du aliyan de hene.

Rojnameya “El Erebî El Cedîd” jî da zanîn ku girêdana Tehranê bi şertan û dosyaya Hurmzê girêka sereke ya nakokiya li pêşiya pêkanîna lihevkirinekê ye.

Di rojnameya “El Nehar” a Lubnanî de alozî ji hêla aborî û ewlehî hat nirxandin, di weşana xwe de bandora zexeta aborî ya li ser Tehranê û veguhestina bersivê ya muhtemel ji bo qadên deryayî yên din da nîqaşkirin.

HEVPEYMANA MEKAYÊ Û JI NÛ RE AVAKIRINA EWLEHIYA HERÊMÎ

Di analîzan de hevpeymana Mekayê bû xaleke sereke, behsa xweza, armanc û bandora hevpeymanê ya li ser ewlehiya herêmî hat kirin.

Rojnameya “El Şerq El Ewset” de bi Serokê Tirkiyeyê Erdogan re hevpeyvînek pêk aniye, di hevpeyvînê de rojnameyê hevpeyman bi nakokiyên di navbera Îran-Amerîkayê re girê da.

Di rojnameya “El Nehar” a Lubnanî de hat diyarkirin ku di demekê de ku  hevpeymana Mekayê bi lihevkirineke leşkerî ya di navbera her sê dewletan de tê şîrovekirin, hevpeyman berê ewlehiya stratêjîk a herêmê veguherand.

XEZA Û QONAXA BÊ

Di dosyaya Xezayê de behsa pêşeroja Xezaayê, çeka Hemas û pêkanîna qonaxên hevpeymanê hat kirin. Her wiha pirsa ku dibe ku şer veguhere lihevkirinê siyasî û ewlehî yên nû hat kirin.

Di rojnameya “El Nehar” a Lubananî de aliyê pêroja çeka Hemasê û rêvebirina Xezayê bû mijara nîqaşê, dezgehên din jî bal kişandin ser domandina êrişên Îsraîlê û nakokiyên ku hîn dewam dikin.

(sb)