Meclisa Zanîngeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin

Di roja yekemîn a civîna avakirina meclisaê ya li kantona Reqayê hatiye lidarxistin, Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin, hevserokatî hat hilbijartin û rêzikname hat derxistin.

Meclisa Zanîngeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin
Meclisa Zanîngeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin
Meclisa Zanîngeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin
Meclisa Zanîngeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin
Meclisa Zanîngeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin
9 mijdar 2024   20:06
REQA

Îro civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Zanîngeha Şerq a Reqayê hat destpêkirin. Civîn bi beşdariya hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwês û Hisên Osman, nûnerên ji zanîngehên Herêmê (Zanîngeha Rojava, Şerq û Kobanê), hevserokatiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û nûnerên ji saziyên perwerdê yên cuda beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelef El Meter lidarxistina civînê pîroz kir û got ev ji bo pêşxistina perwerdeya bilind gaveke girîng e.

Dûre regezên sereke yên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin xwendin, pêşnûmeya rêziknameyê ya Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji hêla komîteya amadekar ve hatiye sazkirin, hatin xwendin.

Pêşnûme hat nîqaşkirin û ji hêla beşdaran ve piştî guhartinên hin bendan hat erêkirin.

Di roja yekemîn a civînê de meclisek bi 20 endaman ku nûnerên meclisên her 3 zanîngehan, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e hat avakirin.

Her wiha beşdaran Medya Hemşo û Xelîl El Elî wek hevserokên meclisê hilbijartin.

Dê sibe pêşnûmeya erk û destûriyên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û mekanîzmeya girêdanê di navbera meclisa zanîngehan de were xwendin.

(fr)

ANHA