Di Mîhrîcana Rojava de panela têkildarî nasnameya Kurd li Sûriyeyê
Di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ya 10ˋemîn de bi sernavê ˋRola hişyariya civakî di parastina nasnameya Kurdî li Sûriyeyê deˋ panelek hat lidarxistin.
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ya 10ˋemîn di roja xwe ya duyemîn de li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li Qamişloyê de bi organîzekirina panela li ser parastina nasnameya Kurd li Sûriyeyê dewam dike.
Di panelê de nivîskar, helbestvan, endamên Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, endamên HRRKˋê û kesên têkildarî aliyê çandê beşdar bûn.
Di panelê de 4 mijarên sereke; Kurd û dewleta Sûriyeyê, civaka Kurdî û rola wê di teqeziya li ser nasname û çanda Kurdî li herêmên Kurd ên Sûriyeyê de, adat, kevneşopî, wêje û rola wan di parastina mîras û nasnameya Kurdî de, tevgeriya siyasî û rola wê di parastina aliyê siyasî ya çanda Kurd de, hatin nîqaşkirin.
Piştî deqeya rêzgirtinê mamoste Welîd Cûlî panel bi rê ve bir.
Di her 4 mijaran de hevserokê Navenda Lêkolînan a Firatê Ebdulîlah Mistefa, nivîskar û lêkolîner Konê Reş, nivîskar Beşîr Mela Newaf, lêkolîner û nivîskar Faris Osman axivîn.
Di mijara yekemîn de nîqaş li ser herêmên Kurdî li erdnîgariya Sûriyeyê, rewşên dabeşkirina wan û avakirina dewleta Sûriyeyê Ebdulîlah Mistefa ve hat kirin.
Di mijara duyemîn de jî Konê Reş li ser girîngî û rola êl û eşîrên Kurdî di parastina nasnameya mîrasa Kurdî û têkiliyên di navbera Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî de ji aliyên civakî, aborî û siyasî ve axivî.
Beşîr Mela Newaf jî mijara sêyemîn a ku balê dikişîne ser adat, kevneşopî, mîrasa Kurdî, wêje, mûzîk, ol, bawerî û rola wan di parastina nasnameya çanda Kurdî de nîqaş kir.
Faris Osman di mijara çaremîn de behsa rola urdên Kurdî, fikir û rêgezên partiyetê û pêşxistina wan kir.
Piştîre beşdaran li ser 4 mijaran nîqaş kirin. Di nîqaşan de behsa girîngiya gihandina civaka Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, civaka Sûriyeyê giştî ber bi asta qebûlkirinê û hişyariya fikrî ve hat kirin ku nasnameyên pirreng ên di welat de dijîn werin parastin.
Mîhrîcan bi şevbuhêrka çîrok û helbestan bi zimanê Erebî, pêşkêşkirina şanoyekê ˋYê ku nayêˋ ji hêla koma Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi hevkariya HRRKˋê ve dewam dike.
(fr)
ANHA