Têkildarî parastina mafên zarokan komxebat
Der barê parastina mafên zarokan de li bajarê Qamişloyê komxebatek hat lidarxistin. Di komxebatê de rewşa êrişên li dijî herêmê, koçberkirina ji neçarî û hewldanên têkbirina ewlehiyê li herêmê rewşa zarokan ber bi xeteriyê ve dibin hatin nîqaşkirin
Desteya Jinan a Kantona Cizîrê bi hevkariya Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê di bin dirûşma `bi hezkirina hevakariya herêmî û navneteweyî ji bo parastina zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê` li hola Desteya Darayî ya li bajarê Qamişlo komxebatek li dar xist.
Li komxebatê nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û rêxistinên civaka sivîl amade bûn.
`DI HEMÛ REWŞAN DE PÊWÎSTIYA ZAROKAN BI PIŞTGIRIYÊ HEYE`
Xala yekemîn a bi navê `pêwîstiyên zarokan û xalên lawazbûnê li herêmê` ji aliyê endama Rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cuma ve hat pêşkêşkirin. Evîn Cuma diyar kir ku hiqûqê zarokan li her deverê du qatî hiqûqê mirovan e, pêwîstiya zarokan di rewşên asayî û yên şer de jî bi piştgiriyê heye.
Evîn Cuma da zanîn ku bi awayîke giştî lawaziyên ku ji dabînkirina pêdiviyên zarokan re dibin asteng ji ber berdana dê û bav, koçkirina ji neçarî, kêmbûna ewlehî û istiqrarê derdikevin. Ev astengî zextên derûnî bi zarokan re çêdikin û dihêlin ku rewşa wan ber bi xeteriyê ve biçe.
`JI BER ZIRARÊN DERÛNÎ ZAROK KESAYETA XWE ŞAŞ ISBAT DIKIN`
Piştî pêşkêşkirina vê xalê kesayetên li komxebatê amade bûn li ser sê koman hatin veqetandin û pirsên `pêwîstiyên zarokan bi çi heye? Bandora van pêwîstiyan çi qas li ser rewşa herêmê heye? Û kiriyarên li dijî zarokan li herêmê çawa pêk tên?` Ji wan hatin pirsîn.
Ji her sê koman hat nirxandin ku pêwîstiya zarokan bi hezkirin, istiqrara malbatî û civakî heye. Ji bo ku zarok jiyaneke xwezayî bijîn divê girêdayî civakê be, di nava ewlehiyê de be û di jiyana xwe de nakokiyê nebîne. Rewşa êrişên li dijî herêmê û tundiya malbatî di warê derûnî de zirarê li zarokan dikin û dihêlin zarok bi rêyên şaş kesayeta xwe isbat bikin.
Di xala duyemîn de Qanûna Zarokan ku di 2022`an ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye derxistin hate xwendin. Piştre hat nirxandin ku bi qanûna heyî ya zarokan, mafên zarokan dikare bên parastin. Meclisên parastina zarokan li her kantonekê hene, di qanûnê de awayî hesabxwestina ji sûcdaran û makanîzmeya giliyê jî hatiye diyarkirin.
Piştî xwendinê pirsên `Rêveberiya Xweser û aliyê peywendîdar ji bo parastina zarokan çi dikin? Çi dibin asteng li pêşiya wan? Tensîqa di navbera aliyê peywendîdar ji bo parastina zarokan çi qasî heye?` hatin kirin.
Beşdarên komxebatê da zanîn ku biryara xwendina bi zimanê dayikê li dibistanan, vekirina bexçeyên zarokan, peymana rêgirtina li ber tevlêbûna zarokan ji qada leşkerî re û vekirina navendan ji bo zarokên sêwî ji bo parastina mafên mirovan rolên baş dilîzin. Ji bo pêkanîna projeyên pêşxistina zarokan û dûrxistina wan ji xalên ku kesayeta wan lawaza dike, dahatên giran pêwîst dike, ji ber wê kêm tên pêkanîn. Pêwîstî bi xurtkirin û berfirehkirina têgihiştina civakî heye û di rewşê awarte de jî divê ji bo qada zarokan xebatên pêwîst bên kirin.
Desteyên Jinan bi armanca çareserkirina pirsgirêkên ku ji parastina zarokan re dibin asteng ji 10`ê Îlonê (2024) ve dest bi lidarxistina komxebatan kiribû. Li gorî agahiyên ku me ji desteyê bi dest xistine wê komxebata herî dawî ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14`ê Mijdarê li Reqayê were lidarxistin.
(sb)
ANHA