Meclisa veguhêz a başûrê Yemenê xwe fesix kir

Meclisa veguhêz a başûrê Yemenê xwe fesix kir û buroyên xwe yên li hundir û derve girtin.

Meclisa veguhêz a başûrê Yemenê xwe fesix kir
9 ÇILE, 2026   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa SABANEWS’ê "Bi daxuyaniyek bi dîmen ku Kanala Yemenê ya hikumetê weşandiye, sekretêrê giştî yê desteya rêveber a Meclisa Veguhêz a başûrê Yemenê Ehmed Seîd Bin Berîk ragihand ku meclisê û tevahî saziyên wê xwe fesix kirin."

Bin Berîk daxuyand ku biryara xwe fesixkirinê ji ber pêşketinên dawîn ên li parêzgehên Hedremût û Mehrayê hate dayîn û got, endamên meclisê beşdarî biryara proseya leşkerî ya Hedremot û Mehrayê nebûne. Her wiha anî ziman ku "Ev porse zerar da doza başûr."

Meclisê bang li tevahî kesayet û rêveberên çalak kir ku beşdarî diyalogan bibin û hêvî kir ku di kongreya Riyadê de bighêjin lihevkirinekê ji bo çareserkirina doza başûr.

(b)