Meclisa Naverast û Rojavayê Sûriyeyê komkujiya li Hums û Helebê şermezar kirin

Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyeyê komkujiya ku ji aliyê hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve li dijî xebatkarên bijîşkî yên li Nexweşxaneya El Kindî ya li Humsê şermezar kir. Meclisê berxwedana şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir û got ku sûcên li wir têne kirin sûcên şer in.

Meclisa Naverast û Rojavayê Sûriyeyê komkujiya li Hums û Helebê şermezar kirin
9 ÇILE, 2026   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyeyê der barê komkujiya ku li Humsê li dijî xebatkarên bijîşkî yên li nexweşxaneya El Kindî û êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniyê behsa rewşa komên girêdayî "Ewlehiya Giştî" û çeteyên çekdar ên ku bi motorsîklet û otomobîlan digerin, kir û da zanîn ku van koman li nexweşxaneya El Kindî ya li Humsê 4 xebatkarên bijîşkî kuştin û yek birîndar kir.

Her wiha meclisê piştgiriya xwe bi şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan da û destnîşan kir rastî dorpêçkirinek dijwar makîneya kuştinê ya desthilatê tên. Meclisê bêdengiya navnetewyî jî rexne kir.

Meclisê diyar kir ku ev pêkanîn, bi tevah binpêkirinek eşkere ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî, û prensîb û regezên navneteweyî ne.

(k)