Ji Şêxmeqsûdê dîmenê hovîtiya çeteyan

Dîmenên topbarankirina Nexweşxaneya Şehîd Xalîd Fecir hovîtiya çeteyan nîşan didin.

Ji Şêxmeqsûdê dîmenê hovîtiya çeteyan
9 ÇILE, 2026   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên destekkirin, ev 4 roj e bi hemû cûreyên çekan êrişî taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Benî Zêd dikin.

Di encama êrişan de gelek sivîl şehîd û birîndaran bûn. Di heman demê de zerarên mezin li milkên şêniyên û saziyên xizmetuzariyê  bûn. Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a yekane li taxê jî hat hedefkirin û ji xizmetê derket.

Ji dîmenên ku ji nexweşxaneyê hatine kişandin hovîtiya çeteyan radixe ber çavan û nîşana karaseteke mirovî dide.

ANHA