Meclisa Şoreşa Jinan hate damezrandin

Li Îranê, Meclisa Şoreşa Jinan bi armanca bihêzkirina rola jinan  di siyaetê de û li dijî derketina cezayê darvekirinê damezrandina xwe ragihand.

Meclisa Şoreşa Jinan hate damezrandin
15 tebax, 2026   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Şoreşa Jinan a li Îranê, bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îro Meclisa Şoreşa Jinan ku ji hejmarek jinên çalakvan di warên siyasî, civaka sivîl, medya, mafên jinan û mafên mirovan de pêktê, damezrandina xwe ragihand.

Hate destnîşankirin ku armanca avakirina meclîsê, bihêzkirina desthilatdariya siyasî ya jinan û birêxistinkirina amadebûna wan a serbixwe, bibandor û çarenûssaz a di qadên giştî û siyasî yên welat de ye. Her wiha parastina mafê jiyanê û li dijî derketina cezayê darvekirinê armancên din ên vê Meclisê ne.

Heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku pênc jin ji bo avakirina Meclisa Şoreşa Jinan bûne pêşeng û navê wan wihane: Semane Sewadî, Senam Dewletşahî, Mîna Xanî, Neîme Dostdar û Yasemîn Fehede.

Meclisa Şoreşa Jınan got: “Em wekî toreke demokratîk, pirreng, giştgîr û femînîst kar dikin. Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dehan salin di eniyên pêşîn ên şerê li dijî desthilatdarên Îranê, cudaxwaziya zayendî û zilamsalariyê de berxwedanê dikin. Lê ev mijara serekî ku daxwaza beşdariya rastîn û çarenûssaz a wan ya di pêkhateyên desthilatdariyê û pêvajoya biryardana siyasî de, hêj neguheriye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hîna jin di nav pêkhateyên siyasî, hevpeymanan û wan pêvajoyan de nayên hesibandin ku biryarê li ser pêşeroja welat didin, amadebûna wan tenê wekî sembolekê ye, divê herî kêm ji sedan 50’ê jinan di navendên biryardanê de bin.